"Me hemû îtirazên xwe teslimî 39 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan kirin"

Serokê Bajêr yê AK Partiyê yê Stenbolê Bayram Şenocak: "Me hemû îtirazên xwe îro di saet 15.00an da teslimî 39 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan kirin."

"Me hemû îtirazên xwe teslimî 39 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan kirin"

Serokê Bajêr yê AK Partiyê yê Stenbolê Bayram Şenocak: "Me hemû îtirazên xwe îro di saet 15.00an da teslimî 39 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan kirin."

Şenocak li Serokatiya Bajêr ya AK Partiyê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê da.

Serokê Bajêr yê AK Partiyê yê Stenbolê Şenocak destnîşan kir ji destpêka dengdayînê pê va hîle û bêûsuliyên ku atmosfera hilbijartinê ya adil da aloziyê derdixin û dijî mewzuatê ne tespît kirine û wiha got: "Me hemû îtirazên xwe îro di saet 15.00an li 39 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan kirin."

Bayram Şenocak diyar kir di navbera cetwelên jimartina dengên di sandoqan da yên bimohr û îmzeya şil a ku deng pêşiyê lê hatine qeydkirin û zabitnameyên encamên sandoqan û dengên ku ragihandin LHByê da ferqên mezin tesbît kirine û got ku ev yek bûn mijara îtirazên me.

Serokê Bajêr yê AK Partiyê yê Stenbolê Bayram Şenocak destnîşan kir ev kar bi destê kîjan memûran û li gorî çi tên meşandin di çarçoveya hiqûqê da jî wê ji nêz va teqîb bikin û wiha got: "Xetayên madî yên di her merheleya senifandina encamên hilbijartinê da û bêûsulî, tesîra rasterast a dengên betal a li ser hilbijartinê nehiştiye ku vîna azad a welatiyên me di sandoqê de xwe nîşan bide."

Şenocak di berdewamiyê da jî diyar kir biryar û terciha Stenboliyên ezîz li ser ser û ser çavên wan e.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE