"Me heta niha xebereke ku dilê me bişewitîne hilnedaye"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der heqê erdheja li Stenbolê çêbû da wiha got: "Di vê erdheja ku meriv dikare wek erdhejeke mezin bihesibîne da ji xeynî çend xisarên biçûk me heta niha xebereke ku dilê me bişewitîne hilnedaye."

"Me heta niha xebereke ku dilê me bişewitîne hilnedaye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan der heqê erdheja li Stenbolê çêbû da wiha got: "Di vê erdheja ku meriv dikare wek erdhejeke mezin bihesibîne da ji xeynî çend xisarên biçûk me heta niha xebereke ku dilê me bişewitîne hilnedaye."

Erdoganê ji bona beşdarî Lijneya Giştî ya 74emîn ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe çûbû New Yorkê piştî ziyareta xwe ya li Amerîkayê hat Stenbolê û li Mala Mêvanan ya Dewletê ya Balafirgeha Ataturk der heqê erdheja li Stenbolê çêbû da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir li gor AFADê lerza erhejê 5,8 bû û got ku heta niha 28 erdhejên biçûk li pey hev çêbûne.

Erdogan diyar kir ji ber erdheja li Stenbolê 8 kes birîndar bûne û got ku ev jî birîndarên giran nînin.

Serok Erdogan destnîşan kir di demên wiha da gelek kes daxuyanî didin û got ku bira tu kes bi daxuyaniyên wiha nexape û wşha dewam kir: "Di vê erdheja ku meriv dikare wek erdhejeke mezin bihesibîne da ji xeynî çend xisarên biçûk me heta niha xebereke ku dilê me bişewitîne hilnedaye."

Erdogan diyar kir li Stenbolê bi deh hezaran qadên kombûnê yên AFADê hene ku hatine îlankirin û got ku ev qad her gav ji ser malpera AFADê tên weşandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE