"Me heyama şewbê di her warî da bi serkeftî îdare kir ku hemû dinya teqdîr dike"

Serok Erdogan: "Tirkiyeyê heyama şewbê di serî da tenduristî di her warî da bi serkeftî îdare kir ku hemû dinya teqdîr dike."

"Me heyama şewbê di her warî da bi serkeftî îdare kir ku hemû dinya teqdîr dike"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Tirkiyeyê heyama şewbê di serî da tenduristî di her warî da bi serkeftî îdare kir ku hemû dinya teqdîr dike."

Erdogan di peyama xwe ya dîtbarî da ku ji bona Eyda Qurbanê weşand got ku eyd ji bona gelê Tirk, hemû alema Îslamê û mirovahiyê bibe wesîleya xêrê.

Serok Erdogan diyar kir Tirkiyeyê heyama şewba vîrusa koronayê ya nû di serî da tenduristî di her warî da bi serkeftî îdare kir ku hemû dinya teqdîr dike.

Erdogan destnîşan kir bi pêvajoya asayîbûnê ra ji xeynî turîzmê hema hema di hemû sektorên din da heyat ber bi asta beriya şewbê da çû.

Serok Erdogan di peyama got di van rojên em dikevin meha Tebaxê ku di dîroka me da 'meha serkeftinan' e înşellah em ê ji ewladên xwe ra serkeftinên nû wek mîrate bihêlin.

Erdogan diyar kir biryardar in têkoşîna xwe ya ji Iraq û Sûriyeyê digihêje Lîbyayê û li qadeke berfireh didome ji bona xwe û xwîşk û birayên xwe bi serkeftî temam bikin.

Serok Erdogan ndestnîşan kir wê xebatên ku ji bo parastina mafên xwe yên li Behra Spî ya Rojhilat û Egeyê dan destpêkirin, heya dawiyê bibin.

Erdogan di peyama xwe da got wek vekirina Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin em ê di bikaranîna mafên xwe yên desthilatiyê da teredutê nîşan nedin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE