''Me kiriye amanc ku em di meha hezîranê de li seranserê welêt normalîzebûnê dabîn bikin''

Serok Erdogan: Me kiriye amanc ku em di meha hezîranê de li seranserê welêt normalîzebûnê dabîn bikin

''Me kiriye amanc ku em di meha hezîranê de li seranserê welêt normalîzebûnê dabîn bikin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan di civîna online ya digel rêvebrin payebilind ên şirketên li DYAyê de, derbarê têkoşana dijî Kovîd-19ê got, "Me kiriye amanc ku em di meha hezîranê de bi awayekî xurt kampanyaya vaksînê biajon û li seranserê welêt normalîzebûnê dabîn bikin."

Serok Erdogan got,"Bi geşedaneke bi qasî 1,8ê piştî di nava G20ê de em bûn welatê ku herî zêde geşe daye. Di 4 mehên pêşî 2021ê de li gorî heman serdema par îxracata me ji sedî 45 zêde bû û gihişt 4 milyar û 272 milyon dolarî."

Serok Erdogan bal kişand ser Kovîd-19ê û got, "Tevî wan tiştên ku ji ber pandemiyê nayên zanîn, em dibînin ku daxwaza veberhênanê li Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav zêde dibe."

- Qebareya bazirganiyê ya digel DYAyê

Serok Erdogan bal kişand ser qebareya bazirganiyê ya digel DYAyê û got, "Em ji bo ku di qebareya bazirganiyê de bigihijin hedefa xwe ya bi qasî 100 milar dolarî, pêdiviya me bi helwesteke dilsoz, rêzdar, li ser nirx û berjewendiyên hevpar heye. Tirkiyeya ku di lokasyoneke gelekî giring a her sê parzemînan de ye, ez bawerim emê bikin baregeha berhemanîn û teknolojiyê ya kurewî. Ez bawerim ew hevdîtina me ya ku biryar e, li lûtkeya NATOyê digel cenabê Biden li dar bixin, dê bibe mijdedarê serdemeke nû."

Serok Erdogan wiha pê de çû:

"Tarîfeyên îlawe yên di sektora pola û elemyonê de, hiştina Tirkiyeyê li derveyî tercihên giştgir, herwiha tebîrên antî-dampîng ên li hember berhemên ixracê ên Tirkiyeyê, bi kêrî me nayên. Di van mijaran de em hêvîdar in DYA bi awayekî erênî tev bigere."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE