"Me korîdora terorê ya ku dixwestin li sînorên me yên başûr ava bikin belawela kir"

 "Heger ji ber berdêlên giran yên bêbextiyên ku bi bûyerên Geziyê dest pê kirin nebûya îro em ê bi dahata neteweyî ya digihîşt 1,5 trîlyon dolarî li dereke cuda bûna."

"Me korîdora terorê ya ku dixwestin li sînorên me yên başûr ava bikin belawela kir"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em dixebitin ku bi herekatên nû li sînorên xwe yên başûr kêmasiyên di xeta ewlehiyê da temam bikin."

Erdogan li Kizilcahamama navçeya Enqereyê li otêlekê di vekirina Civîna Nirxandin û Şêwrê ya 30yemîn ya AK Partiyê da axivî.

Erdogan di axaftina xwe da got bi Mertalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê, Kaniya Aştiyê, Mertalê Biharê û Pençe-Kilîtê me korîdora terorê ya ku dixwestin li sînorên me yên başûr ava bikin belawela kir.

Serokomar rdogan diyar kir heger ji ber berdêlên giran yên bêbextiyên ku bi bûyerên Geziyê dest pê kirin nebûya îro wê bi dahata neteweyî ya digihîşt 1,5 trilyon dolarî li dereke cuda bûna û wiha axivî, "Gava em alaya têkoşînê hê bilind dikin hejmara berpêlkên ku diavêjin ber me zêde dibin, lê heya ferdê dawîn jî şehîd nebe wê nikaribin bihustekî axa welêt qirêj bikin. Em dizanin ku kesên dijî me derdixin amûr in û kampanyayên tê meşandin jî proje ne, loma jî em têkoşîna esas dijî xwediyên projeyan didin. Em ji kesên ku bi rêbaz û amûrên nû bi ser me da tên ra dibêjin ku heya ferdên dawîn yê vî gelî nekeve axê hûn ê nikaribin senaryoyên xwe yên zexel bi cî bînin."

Erdogan destnîşan kir dixebitin ku bi herekatên nû li sînorên xwe yên başûr kêmasiyên di xeta ewlehiyê da temam bikin û wiha pê da çû, "Li sînorên me yên li başûr 30 kîlomêtro di hundir da qada me ya ewlehiyê ye. Em naxwazin li vir bên acizkirin û em ji bona vê jî gavên hewcedar diavêjin."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da diyar kir bi destê TOKÎyê milyonek û 100 hezar avahî çêkirine û 3 milyon avahî jî nû kirine û got ku em ê di vî warî da di demeke nêzîk da mizgîniyên nû bidin gelê xwe.

Erdogan balê kişand ser mijara namzediya serokomariyê ya Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê û wiha got, "Dibêje maseya sêalî kê hilbijêre wê ew bibe namzed, bira zêde dirêj neke û biryara xwe bide. Di binê maseya sêalî da kes hebin bira ew jî derkevin meydanê."

Serokomar Erdogan got ku di serî da kesên bi miaş dixebitin em li ser dixebitin ferqa di navbera qezenca hemû welatiyên xwe da bigirin ku dahata wan zêde bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE