"Me li dijî hemû rêxistinên terorê şer kiriye û em ê bidomînin"

Çavuşoglu bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê civiya û peyra di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

"Me li dijî hemû rêxistinên terorê şer kiriye û em ê bidomînin"

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Tirkiyeyê heta niha li dijî hemû rêxistinên terorê şer kiriye û wê ji vir bi şun da jî şer bike."

Çavuşoglu bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê civiya û peyra di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir Tirkiyeyê heta niha li dijî hemû rêxistinên terorê şer kiriye û wê ji vir bi şun da jî şer bike.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê Herekata Kaniya Aştiyê da diyar kir armanca herekatê ew e ku li dervayî sînorên wan yên neteweyî ku sînorên NATOyê yên li rojhilatê başûr teşkîl dike dawî li talûkeya terorê bîne û got ku loma jî îtifaq ji bona ewlehiya sînor û axê zehf girîng e.

Çavuşoglu destnîşan kir ji ber rêgeza yekîtiya ewlehiyê heqê wan yê meşrû û tebiî ye ku bixwazin mutefîqên wan jî bi wan ra bin û wiha dewam kir: "Gotina 'Em fikarên Tirkiyeyê fehm dikin' têrê nake. Em dixwazin vê hevkariyê bi eşkereyî bibînin."

Mevlut Çavuşoglu der barê hevdîtina bi Stoltenberg ra diyar kir di vê hevdîtinê da der barê Herekata Kaniya Aştiyê da Birêz Sekreterê Giştî agahdar kirine û got ku me careke din dubare kir ku ji bona îtifaq û mutefîqiyê bi welatê me ra di nav hevkariyeke mezin da bin.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir DAEŞê wek neyarê hevbeş qebûl dikin û got ku heta niha bi tenê eskerên me dijî DEAŞê şer kirine.

Çavuşoglu der heqê reşkirina Herekata Kaniya Aştiyê da diyar kir dibînin ku YPG bi taybetî êrîşî Xiristiyanên kêmnetew yên li wê derê ne dike û paşê jî dibêje Tirk êrîşî Xiristiyanan dikin û bi wî awayî jî dixwaze ji alema Xiristiyanan piştevaniyê hilde û wiha axivî: "Me berê jî propagandaya rûreşkirinê dît. Me di dema Herekata Çiqlê Zeytûnê da jî dît ku propagandaya rûreşkirinê ya YPG/PKKyiyan kêrî tiştekî nayê. Bi heman awayî di Herekata Mertalê Feratê da dema li dijî DEAŞê têkoşîn dihat dayîn da jî me propagandaya rûrûşkirinê ya DEAŞiyan dît. Di mijara sivîlan û însanî da bawer dikim ku li dinyayê tu kes nikare dersê bide Tirkiyeyê."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir Tirkiyeyê heta ji dest hatiye serî li diplomasiyê xistiye û heta ji dest hatiye rêya mizakereyê ceribandiye û wiha got: "Em biryardar in, hedefa me terorîst in. Ji bo van terorîstan paqij bikin çi lazim dike em ê bikin. Lê di mijara înasanî da jî em ewqasî hesas in."

Çavuşoglu diyar kir hemû dizanin ku PKK û YPG yek in û di hemû axaftinan da her kes dibêje ku fikarên Tirkiyeyê yên ji bo ewlehiya wê ya neteweyî rast û di cih da ye û wiha dewam kir: "Heke fikara Tirkiyeyê ya di vê mijarê da meşrû be têkoşîna li hemberî rêxistina terorê ya ku dibe sedema vê fikarê jî heqê me yê meşrû ye. Yanî hûn ê him li vê derê bibêjin "meşrû" ye û him jî li dijî herekatê bisekinin. Herekat li dijî kê ye? Li dijî rêxistineke terorê ye. Bi vê rêxistina terorê ra dibe ku li qadê lihevkirinên we hebin. Ev pirsgirêka min nîne. We çek da vê rêxistina terorê, we ew perwerde kir, ev jî pirsgirêka min nîne. Ya rastî ev durûtiya te ye. Yanî ez ji bo welatên piştgiriyê didin vê dibêjim." 

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE