Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez: "Me li Edeneyê di bîra duyemîn da dest bi sondajê kir, hedefa me 4 hezar û 500 mêtro ye."
Donmez li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez diyar kir li Edeneyê di bîra duyemîn da dest bi sondajê kirine û got ku hedefa me 4 hezar û 500 mêtro ye.
Donmez diyar kir hem li Behra Spî û hem jî li Behra Reş dibe bi şirketên navneteweyî ra hevkariyên wan çêbin û got ku deriyê me vekirî ye.
Fatîh Donmez destnîşan kir wisa difikirin ku zêdebûna bihayê neftê yên niha ne ji ber kêmasiya erzê piranî ji ber ambargoyan çêdibe û wiha got: "Ji bo zêdekirina kûrahiya borseya vejenê xebat didomin. Em li bendê ne ku lîstikvanên Ewropayî li vir kirariyê bikin."