"Me li Milazgirê ji hemû alemê ra îlan kir ku em miletekî çawa ne"

Serokomar Erdogan got, "Heke em ruhê Milazgirê jibîr bikin, ne paşiya me dimîne, ne pêşiya me. Me li Milazgirê ji hemû alemê ra îlan kir ku em miletekî çawa ne."

"Me li Milazgirê ji hemû alemê ra îlan kir ku em miletekî çawa ne"

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Xelata navçeya Bidlîsê di "Bernameya Bibîranînê ya Milazgir 1071 a Fetha Anadoluyê" de axivî.

Serok Erdogan daxuyand li Xelatê li ser qadeke 10 donimî konekî 1071 mêtroqere cihê rûniştandinê lê heye wê bê çêkirin.

- "Me li Milazgirê ji hemû alemê ra îlan kir ku em miletekî çawa ne"

Erdogan wiha got "Dema em beriya Milazgirê dinihêrin Mekke wek Qudsê ye, dema em piştî wê dinihêrin Bursa, Edirne, Stenbol û Rumelî wek hemû Balkanan in."

Serok Erdogan behsa girîngiya ruhê Milazgirê kir û wiha dewam kir: "Heke em ruhê Milazgirê jibîr bikin, ne paşiya me dimîne, ne jî pêşiya me. Me li Milazgirê ji hemû alemê ra îlan kir ku em miletekî çawa ne."

- "Anadolu bendek e"

Erdogan destnîşan kir ku Anadolu wek bendekê ye û wiha got: "Anadolu bendek e. Ev bend xerab bibe ne Rojhilata Navîn dimîne ne Afrîka ne Asyaya Navîn dimîne ne Balkan ne Kafkasya dimîne."

Erdogan anî ziman ku divê Tikiye bi hemû saziyên xwe ve xurt û bihêz be û wiha dewam kir: "Em mecbur in bihêz bin, heke wisa nebe li vî welatî û erdnigariyê li aliyekî bihêlin, ewê nehelin li vê dinyayê em rojekê jî bijîn"

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Tebax 2018, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE