"Me li ser millet ra tu hêz nas nekir, em ê nas nekin"

"Me li ser millet ra tu hêz nas nekir, em ê nas nekin"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay diyar kir, tiştên ku di 12ê îlonê da qewimîn û tên bîra wan, ew pê şerm dikin û ragihand ku wan li ser millet ra tu hêz nas nekir, ew ê nas nekin.

Oktay ji bo salvegera 41em a derbeya eskerî ya 12ê îlona 1980yî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Me wekî millet kesên ku bi salan demokrasiya me şeht kirin û îradeya miletê me nehesibandin, hêzên piştgirê 27ê Gulanê, amadekarên 12ê Îlonê, piştgirên 28ê Sibatê û 15ê Tîrmehê ji bîr nekin û em ê ji bîr nekin."

Oktay her çend ser ra 41 sal derbas bûbe jî dema ku kirinên 12ê Îlonê tên bîra wan, ew şerm dikin û wiha dewam kir, "Em îro bi biryardarî careke din dibêjin: Me li ser millet ra tu hêz nas nekir, em ê nas nekin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE