"Me lîstika we dît û em li meydanê ne"

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan: "Hin kes qaşo dixwazin bi aborî, mueyîde, kur, dowîz, faîz û enflasyonê gefê li me bixwin. Em ji wan ra dibêjin me lîstika we dît û em li meydanê ne."

"Me lîstika we dît û em li meydanê ne"

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Hin kes qaşo dixwazin bi aborî, mueyîde, kur, dowîz, faîz û enflasyonê gefê li me bixwin. Em ji wan ra dibêjin me lîstika we dît û em li meydanê ne."

Serokkomar Erdogan li Salona Sporê ya Enqereyê ya Kongreya Mezin a Asayî ya 6emîn a AK Partiyê lê tê kirin axivî.

Serok Erdogan bi bîr xist ku AK Partî di 14ê Tebaxa sala 2001ê da hatiye avakirin û got ku AK Partî bi destê 60 endamên avakar va li ser kaxizê hatiye avakirin, lê avakar û xwediyê wê gel bi xwe ye.

Di axaftina xwe da Serokkomar Erdogan bal kişand ser rûdanên aboriyê yên ku di rojên dawîn da pêk tên û wiha dewam kir: "Hin kes qaşo dixwazin bi aborî, mueyîde, kur, dowîz, faîz û enflasyonê gefê li me bixwin. Em ji wan ra dibêjin me lîstika we dît û em li meydanê ne."

Erdogan behsa dek û dolabên li ser Tirkiyeyê tên kirin û ragihand ku dema îman hebe derfet jî heye û vî miletê hanê heta îro ji heqê gelek îxanet û dafikan hatiye der û wiha domand: "Em wisa bawer dikin ku miya kol helbet wê heqê xwe ji miya kel bistîne, em ê vê baweriya xwe jî bidomînin. Em li ber kesên dinyayê diemilînin û ji xwe ra pergala refahê ava dikin serî natewînin û em ê netewînin jî."

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan got: "Em teslimî kesên bi zahirî wekî hevalên stratejîk xuya dikin û di her gavên xwe da me ji xwe ra dikin hedefên stratejîk nabin û em ê nebin jî. Em tu hêzêke fanî ya ku bikaribe li hemberî vî miletê hanê yê him wêrek û him jî biaqil bisekine, nas nakin. Bila tu kes ji bo ku bi vî miletî, bi vî welatî bileyîze hewl nede. Em miletekî wisa nin ku dibêjin 'yan wê bibe û yan jî em ê bimirin' û bi vê nêrînê ber bi hedefa xwe va dimeşin. Em careke din gazî dikin; hûnê bi ser nekevin, nikaribin miletê me ji hev biqetînin, hûnê nikaribin sewtika ezanan sar bikin, hûnê nikaribin alaya me daxin û dewleta me xera bikin, hûnê nikaribin pêşiyê li pêşketina Tirkiyeyê bigirin, hûnê nikaribin rê li me bigirin da ku em negihêjin hedefên xwe. Lewra em Tirkiye ne, lewra em miletê Tirk in, lewra em Misilman in, lewra em dengê hevpar ê mirovahî û wijdanê ne." 

Dîroka nûkirinê: 18 Tebax 2018, 16:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE