"Me nîşaneke ku li ser sînorên Ukraynayê eskerên Rûsyayê kêm dibin nedîtiye"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg: Me nîşaneke ku Rûsya li ser sînorên Ukraynayê eskerên xwe kêm dike nedîtiye

"Me nîşaneke ku li ser sînorên Ukraynayê eskerên Rûsyayê kêm dibin nedîtiye"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, "Me nîşaneke ku li ser sînorên Ukraynayê eskerên Rûsyayê kêm dibin nedîtiye."

Stoltenberg beriya civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê ku sibê dest pê bike û du rojan dewam dike daxuyanî da çapemeniyê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg der barê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da ku hin yekîneyên wan yên eskerî yên di tetbîqatan da wezîfeya xwe temam kirine vedigerin baregehên xwe wiha got, "Me nîşaneke ku li ser sînorên Ukraynayê eskerên Rûsyayê kêm dibin nedîtiye."

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov daxuyanî dabû rojnamevanan û destnîşan kiribû hin yekîneyên wan yên eskerî li herêmên eskerî yên li başûr û rojavayê Rûsyayê di tetbîqatan da wezîfeya xwe temam kirine.

Konaşenkov diyar kiribû ku yekîneyên ku wezîfeya xwe temam kirine vedigerin baregehên xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE