''Me peyka xwe ya TURKSAT 6Ayê çêkir û ew gihişt asta ceribandinê''

''Me peyka xwe ya TURKSAT 6Ayê çêkir û ew gihişt asta ceribandinê''

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Me peyka xwe ya TURKSAT 6Ayê çêkir û ew gihişt asta ceribandinê."

Serok Erdogan li komelgeha Turksatê ya li Golbaşiyê beşdarî Merasima Xizmeta Peyka Turksat 5Ayê bû.

Erdogan di axaftina xwe de daxuyand ku çêkirina peyka TURKSAT 6Ayê temam bûye û got: "Me peyka xwe ya TURKSAT 6Ayê çêkir û ew gihişt asta ceribandinê, em planê dikin ku sala bê bişînin fezayê. Bi vî awayî Tirkiye wê di nav 10 welatên dinyayê yên dikarin peyka ragihandinê çêdikin da cih bigire."

- "Dema TURKSAT 5B bikeve xizmetê kapasîteya daneyên ragihandinê wê 15 qat zêdetir be"

Serok Erdogan wiha dewam kir: "Qonaxên sêwirandin û hilberînê ya peyka me ya TURKSAT 5Byê bi serkeftî kuta bû û testên wê dewam dikin. Plan ew e di çaryeka dawîn a salê da em peyka xwe bişînin fezayê. Dema TURKSAT 5B ya ku kapasîteya wê ya bara bifeyde li gor hemû peykên heta niha zêdetir e bikeve xizmetê kapasîteya me ya daneyên ragihandinê wê 15 qat zêdetir be. Em ê xebata stratejiyê ya ku hişê destkarî pêşva bibe, hilberîna teknolojiya neteweyî geştir bike û piştgiriya nûjeniya daneyan zêde bike di demeke nêz da eşkere bikin. Bi hişmendiya ku tehdîdên mezin ên esil wê ji fezaya sîber werin va em ê mekanîzmayeke xurt a parastina sîber ava bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE