''Me piraniya herêmên Sûriyeyê yên nêzî sînorên xwe ewledar kirine''

Serok Erdogan: Me piraniya herêmên Sûriyeyê yên nêzî sînorên xwe ewledar kirine

''Me piraniya herêmên Sûriyeyê yên nêzî sînorên xwe ewledar kirine''

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Me piraniya herêmên Sûriyeyê yên nêzî sînorên xwe ewledar kirine."

Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi weşana zindî beşdarî Merasima Vekirina Xeta Îsaleyê ya Ava Vexwarinê û Bendava Efrîna Jorîn ya Kilîsê bû.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got di 19 salên dawîn da bi 276 milyar lireyî me 600 bendav, 423 lîç, 590 santralên hîdroelektrîkê, hezar û 457 tesîsên avdanê, 262 tesîsên ava vexwarinê û 21 tesîsên ava bermayî çêkirin.

Erdogan diyar kir çêkirina 90 projeyên ava vexwarinê yên ku wê 1,8 milyar mêtrokup avê ji bo 18 milyon kesî peyda bike berdewam e.

Serok Erdogan destnîşan kir bi têkoşîna xwe ya biryardar Tirkiyeyê ji êrîşên rêxistinên terorê û çeteyên sûc xilas kirine û got ku me piraniya herêmên Sûriyeyê yên nêzî sînorên xwe ewledar kirine.

Erdogan got ku ji bona Sûriyeya cînarê me li gor yekîtiya axa xwe û yekîtiya xwe ya siyasî ber bi pêşerojeke ronî va here çi destê me were em ê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE