"Me îsal di turîzmê da rekorek bi dest xist "

Serok Erdogan di merasîma MÜSİAD EXPOyê de axivî

"Me îsal di turîzmê da rekorek bi dest xist "

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Bi hemû derfetên xwe em piştgiriyê didin kesên bo veberhênanê tên welatê me."

Erdogan li Navenda CNR Expo Fuarê di Merasima Kutabûnê ya MUSÎAD EXPOyê da axivî.

Serok Erdogan diyar kir me îsal di turîzmê da rekorek bi dest xist û ziyaretvanên xwe derxist 40 milyon kesî.

Erdogan destnîşan kir siyaset hunera derewan nîne, siyaset hunera rêveberina însanan ya adilane û durist e.

Serok Erdogan destnîşan kir di vê heyamê da digel qeyrana fînansê ya kurewî û hewla derbeyê welatê xwe salane bi rêjeya ji sedî 5,8 mezin kirine.

Erdogan diyar kir ji ber ku tenê xwe nafikirin û bi hişmendiya ticaretê ya em bi hev ra qezenc bikin tevdigerin li her derê tên qebûlkirin û hezkirin.

Serok Erdogan destnîşan kir di heyama nû da wê hêza xwe bidin ser zêdekirina kalîteyê û hewl bidin ku pergaleke terbiyeyê ava bikin ku dil û mêjiyê ewladên wan têr bibin.

Erdogan diyar kir 288 hezar pol zêde kirine û hejmara wan derxistine 575 hezarî, 607 hezar mamoste lê zêde kirine û hejmara wan derxistine 920 hezarî û pirsgirêkan çareser kirine.

Serok Erdogan destnîşan kir hemû rêxistinên ku hêzên tarî wan xwedî dikin, mezin dikin û dişînin ser Tirkiyeyê têk birine û wê têk bibin.

Erdogan diyar kir kapasîteya rêwiyan ya Balafirgeha Stenbolê înşellah di 2023yan da wê derkeve 150 milyonî û hewce bike dikarin derxin 200 milyonî.

Serok Erdogan diyar kir ji 10 berhemên herî mezin yên li dinyayê 6ê wan li welatê xwe çêkirine û wiha got: "Îqtidara AK Partiyê ev berhem çêkirin, lê yên naxwazin van projeyan nabînin, guhên wan nabihize û zimanê wan jî rastiyê nabêje."

Erdogan diyar kir dema hatine ser wezîfeyê Kemal Kiliçdaroglu Serokê Saziya Sîgorteya Civakî bû û got li welêt tu dibê heyama xwekuştinê hebû û wiha axivî: "Em dizanin ku welatiyan di doran da tengasî dikişandin. Ya rastî heman tengasî li nexweşxaneyên sîgorteyê li pêşiya me bûn. Nika derketiye qet şerm nake û dibêje ku li nexweşxaneyên me emeliyat jî nayên kirin. Derew, îftira bi vî ra ne, bi şev cuda radizê şebeqê cuda radibe." 

Serok Erdogan destnîşan kir di 5 salên dawîn da ji ber êrîşên li ser hev anîne ser wan û got ku lê em di hedefa xwe da biryardar in.

Erdogan destnîşan kir bi hemû îmkanên xwe va li cem wan kesan in ku ji bo veberhênanê tên welêt.

Serok Erdogan diyar kir mesafeya ku Tirkiyeyê li pişt xwe hiştiye girîng e, lê hedefên wê girîngtir in û got em dixwazin di 2023yan da welatê xwe bikin nav 10 aboriyên herî mezin yên dinyayê. Armanca ew e ku îxracatê derxin 500 milyar dolarî, dahata neteweyî derxin 2 trîlyon dolarî û di her qadê da wekî welat dostên xwe jî bi xwe ra pêş bixin.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Mijdar 2018, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE