"Me şeva 15ê Tîrmehê dît ku ne top û tiving; îman, dil û bawerî peyva dawîn dibêjin"

"Me şeva 15ê Tîrmehê dît ku ne top û tiving; îman, dil û bawerî peyva dawîn dibêjin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo careke din welatê me rûbirûyê musîbetên weke 15ê Temûzê nemîne, emê avakirina Tirkiyeya mezin û hêzdar bi biryardarî bidomînin."

Serokomar Erdogan li Qada Saraçhaneyê beşdarî bernameya Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ya 15ê Temûzê bû.


Serokomar Erdogan anî ziman ku ji bo careke din Tirkiye rûbirûyê musîbetên weke 15ê Temûzê nemîne, ewê avakirina Tirkiyeya mezin û hêzdar bi biryardarî bidomînin û got, "Weke Îtîfaqa Cumhûr me çawa ev micadele wê şevê (15 Temûz) îsbat kir, bila bêzanîn ku dê ji pêvajoya ji îro pê de jî emê berdewam îsbat bikin. Ya ku tehemula wê nayê kirin Îtîfaqa Cumhûr nîne, ya ku nayê tehemulkirin ew e ku gelê Tirk li îradeya xwe xwedî derket û ber bi hedefên xwe ve diçe."

Erdogan bal kişand ser lîstikên kurewî û got, "Di serdema ku mîhraqên siyasî û aborî jinûve tên rêkxistin, dixwazin welatê me careke din li derveyî planê bihêlin, emê firsendê nedin wan."

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku ŞEva 15ê Temûzê şeva serkeftina demokrasiyê bû û got, "Emê avakirina Tirkiyeya mezin û hêzdar bi teqez temam bikin. Encax em dikarin wisa bihêlin heqê şehîdên me li me helal bibe."

Erdogan wiha pê de çû:

"Li ser wê maseya şeşalî gelo navên şehîdên me tên xwendin? Derdê wan cihê ye, ew bi PKKya rêxistina terorê re dimeşin. Me şeva 15ê Temûzê dît ku ne top û tiving, îman dil û bawerî peyva dawîn dibêjin. Ewên ku ji FETOyiyan heta PKKyiyan, ji bo endamên rêxistina terorê yên ji kamuyê pakkirî, morîka şîn didin, ne siyasetmedar in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE