"Me tevdîrên tenduristiyê hildan û em ê wan bidomînin"

Serok Erdogan der heqê tewdîrên ji bo Kovîd-19ê da got: "Ji bo nexweşiyê hildin bin kontrolê me tevdîrên tenduristiyê û hin tevdîrên din hildan, em ê wan bidomînin"

"Me tevdîrên tenduristiyê hildan û em ê wan bidomînin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Çankayayê beriya "Civîna Têkoşîna Dijî Vîrusa Koronayê" ya di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê da hat lidarxistin daxuyanî da.

Serok Erdogan der heqê tewdîrên ji bo Kovîd-19ê da got: "Ji bo nexweşiyê hildin bin kontrolê me tevdîrên tenduristiyê û hin tevdîrên din hildan, em ê wan bidomînin."

"Em dev jê bernadin"

Erdogan got, "Pêvajoyeke wiha ya jiyana rojane bide sekinandin ew ê bandoreke mezin li ser aboriyê jî bihêle û wiha axivî: "Di tebaxa 2018an da êrîşa kur, faîz û enflasyonê anîn ser me, di heyama em hewl didin jê xilas bibin û her tişt dikeve rêya xwe da em tu carî dev jê bernadin û ji destê xwe nadin revandin."

Serok Recep Tayyîp Erdogan wiha pê da çû: "Daketina bihayê petrolê û geşedanên fînansî yên pê ra elqedar ew ê seba welatê me bibin avantajên nû."

"Tabloyeke ji hêviya me baştir li benda me ye"

Erdogan got, "Heke em agahiyan baş bidin gelê xwe û nexweşiyê hildin kontrolê tabloyeke ji hêviya me baştir li benda me ye." wiha axivî:

Erdogan bang kir û wiha got: "Ya girîng ew e ku firsendê nedin nexweşî me têk bibe, hem ji hêla aboriyê hem jî ji hêla derûniyê va pirsgirêkan çareser bikin û dirayetê nîşan bidin."

"Civîna Têkoşîna Dijî Vîrusa Koronayê"

Civînê di saet 14.20î da li Qesra Çankayayê bi axaftina Serokmar Erdogan dest pê kir. Xêncî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Fuat Oktayê Alîkarê Serokomar, ezayên lijneyên Aboriyê û Polîtîkayên Tenduristiyê yên Serokkomariyê, rêvebirên saziyên dewletê, rêvebirên AK Partiyê û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

Li bendê ne ku piştî civînê der barê gavên ji bo têkoşîna dijî vîrusa koronayê werin avêtin da agahiyan bidin raya giştî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE