"Me Îtifaqa Komarê ji bo heta hetayê damezirand"

Serok Erdogan anî ziman xebatên hilbijartinê dewam dikin û wiha pê da çû: "Me Îtifaqa Komarê ne ji bo heta taviya şalsermila, ji bo heta hetayê damezirand.

"Me Îtifaqa Komarê ji bo heta hetayê damezirand"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di mitînga li Meydana Komarê ya Qeyseriyê ya ku ji hêla partiya xwe va hat lidarxistin da axivî.

Erdogan silav da welatiyên li Qeyseriyê anî ziman ku bajarê Qeyseriyê di qada hilberîn, bazirganî û pîşasaziyê da bajarekî gelekî girîng e û ji bo hilbijartinên 31ê Adarê ji welatiyan piştgirî xwest.

- "Ev CHP bi kesên Sirûda me ya Îstiqlalê nabêjin ra dibe yek"

Serok Erdogan got ewê bibin yek gel, yek ala, yek welat, yek dewlet û wiha dewam kir: "Bi vê yekîtiyê ma îttifaqa zîletê wê têk biçe. Me çawa ku rêxistinên terorê di çalên ku kolabûn da çal kirin, em niha ji bo ku wan di sindoqan da jî çal bikin amade ne?"

Erdogan partiyên mixalefetê rexne kir û wiha got: "Ev CHP bi kesên Sirûda me ya Îstiqlalê nabêjin ra dibe yek. Ev CHP bi HDPya di kongreyên xwe da alaya me li dîwêr darve nake ra dibe yek. Mixabin ÎYÎ Partî jî bi wan ra ye."

- "Me Îtifaqa Komarê ji bo heta hetayê damezirand"

Serokomar Erdogan anî ziman xebatên hilbijartinê dewam dikin û wiha pê da çû: "Me Îtifaqa Komarê ne ji bo heta taviya şalsermila, ji bo heta hetayê damezirand. We ev yek di 15ê Tîrmehê da dît, bi heman awayî di 7ê Tebaxê da wekî rihê Yenîkapiyê we dîsa dît. Li Meclisê di xebatên ku me kirin da ji bo berfirehkirina maf û azadiyan, bi taybetî di mijara şalpeyê da dîsa Tifaqa Cumhur makezagon guherandibû. Manşeta '411 dest ji bo kaosê rabû' avêtibûn, wî 411 destî di eslê xwe da çi digot? Tifaqa Cumhur digot. Me dîsa bi heman tifaqê va defika kesên ku xwestin bi garabeta 367an va hilbijartina Serokomariyê têxin kaosê, xerab kir."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE