''Me tijîbûna kadroyên astengdaran ên li saziyên dewletê derxiste ji sedî 82yan''

''Me tijîbûna kadroyên astengdaran ên li saziyên dewletê derxiste ji sedî 82yan''

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Di kevneşopiya me da dewlet tevlî tevlî gelek mijaran di heman demê da kesê bêkesaye jî. Li zarokên me yên ku ji ber mirin û sedemên din bê malbat mane xwedî derketin û dê û bavî kirin wek dewlet cirma ser stûyê me ye."

Serok Erdogan li Qesra Serokkomariyê di merasima ciwanên ji parastina dewletê îstifade kirine, astengdar, eqrebeyên şehîd û xaziyan ku tayînî qadroyên dewletê hatin kirin da axivî.

Di axaftina xwe da Erdogan got: "Di sala 2002yan da hejmara karmendên astengdar 5 hezar û 777 bû û nika me derxiste 58 hezar û 319 kesan. Me tijîbûna kadroyên astengdaran ên li saziyên dewletê derxiste ji sedî 82yan."

Serok Erdogan der barê eqrebeyên şehîd û xaziyan da jî wiha domand: "Dema em bûn hikûmet hejmara kesên li dewletê didan xebitandin 6 hezar û 315 bû, niha nêzî 45 hezarî bû."

Di berdewamiya axaftina xwe da Serok Erdogan bal kişand ser têkoşîna li dijî şewba Kovîd-19ê tê dayîn û got: "Li welatên herî bi refah jî dîmenên nerind derketin holê, me pêvajo bi kêmasiya herî kêm va temam kir. Li welatên herî pêşketî yên li dinyayê tengasiya aşiyê heye, bi gavên me avêtin em aşiyên xwe distînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE