''Me zêdekirina bihayên dibistanên taybet di asta ji sedî 36an da sînordar kiriye''

''Me zêdekirina bihayên dibistanên taybet di asta ji sedî 36an da sînordar kiriye''

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê Semra Guzela Parlamentera Diyarbekirê ya HDPyî da wiha got, "Em şaxên PKKya rêxistina terorê di parlamentoya xwe da naxwazin.

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir di meha Tîrmehê da wê li enflasyonê û li şert û mercan binihêrin û gava hewce bike dê rewşa xebatakarên xwe cardin binirxînin û wiha axivî, "Em ê nehêlin ku gelê me di bin barê bihayên zêde yên neheq da bimînin. Di mehên havînê da em ê encamên hewldan û fedekariyên xwe bi hev ra hildin."

Erdogan got ku me zêdekirina bihayên dibistanên taybet di asta ji sedî 36an da sînordar kiriye.

Serok Erdogan diyar kir biryardar in ku welatê xwe di warê aboriyê da jî derxin lîga şampiyonan.

Erdogan destnîşan kir Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê soza namûsê dabû ku wê tu kes ji karên şaredariyê neyên avêtin, lê şaredarên wan ev soz bi cî neanîn.

Serok Erdoganê di axaftina xwe da CHPyê rexne kir wiha peyivî, "Bi gotina wan ku digotin CHP 'partiya Atatirk e', niha ev partî kirine dergevanê Qendîlê. Kemal efendî û rêhevalên wî ku li hember wezîfedarên dewletê dibin şêr li hember şaxên siyasî yên rêxistina terorê dibin şêrên qestîka."

Erdogan der barê Semra Guzela Parlamentera Diyarbekirê ya HDPyî da bi terorîstê PKKyî ra wêneyê wê derket û ji bona wê fezleke hatiye amadekirin wiha axivî, "Em şaxên PKKya rêxistina terorê di parlamentoya xwe da naxwazin. Partiya di bin baskê PKKyê da ye ji bona çi bibêje li benda îcazeta hezkiriyên çekdar yên berdilkên parlamenterên xwe ye ku li çiyê disekinin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE