Meclis ji bo sala 100emîn a vekirinê civiya

Lijneya Giştî ya Meclisê ji bo sala 100emîn a vekirina Meclisê û 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan bi serokatiya Serokê Meclisê Mustafa Şentop bi rojeva taybet civiya

Meclis ji bo sala 100emîn a vekirinê civiya

 Lijneya Giştî ya Meclisê ji bo sala 100emîn a vekirina Meclisê û 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan bi serokatiya Serokê Meclisê Mustafa Şentop bi rojeva taybet civiya.

Şentop piştî xwendina Sirûda Îstiqlalê li ser girîngî û meneya rojê axivî.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîr Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî, Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Meclisê yê berê Mustafa Kalemlî û burokratan jî rûniştina taybet a li Meclisê temaşe kir.

Ji serokên partiyan pêşiyê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, paşê Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu hate Lijneya Giştî ya Meclisê.

Li Meclisê ji ber şewba Kovîd-19ê parlamenter, xebatkarên Meclisê û rojnamegeran maske da ber devê xwe.

Her wiha ji bo şewbê parlamenteran û kesên ku di locaya temaşekirinê da rûniştin, seba parastina mesafeya civakî qoltixek vala hiştin û wisa rûniştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE