Meclis vê hefteyê wê dîsa dest bi xebatên xwe bike

TBMMya ku qasî du mehane tetîl bû vê hefteyê wê dîsa dest bi xebatên xwe bike

Meclis vê hefteyê wê dîsa dest bi xebatên xwe bike

TBMMyê ji ber hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê qasî du mehan navber dabû xebatên xwe, lê vê hefteyê li meclisê xebat wê dîsa dest pê bikin.

Lijneya Giştî ya TBMMyê di 24ê sibatê roja yekşemê navber dabû xebatên xwe, lê 30yê nîsanê roja sêşemê wê dîsa dest bi xebatên xwe bike.

Di rojeva meclisê da vê hefteyê peymanên navneteweyî hene. Teklîfên qanûnê yên der barê peymanên navneteweyî yên di navbera Tirkiye û welatên din da wê li Lijneya Giştî bên axaftin.

Ji ber ku 1ê Gulanê Roja Kedkaran û Hevkariyê ye betlaneya fermî ye. Ji ber vê meclis wê roja çarşemê jî girtî be.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE