Meclis wê bi rojeva taybet a 15ê Tîrmehê bicive

Lijneya Giştî ya Meclisê wê sibê ji bo destnîşankirina mene û girîngiya 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî bi rojeva taybet bicive

Meclis wê bi rojeva taybet a 15ê Tîrmehê bicive

Lijneya Giştî ya Meclisê wê sibê ji bo destnîşankirina mene û girîngiya 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî bi rojeva taybet bicive.

Lijneya Giştî wê sibê di saet 14.00î da ji bo 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî bicive.

Li Meclisê çalakiyên bibîranîna 15ê Tîrmehê wê werin lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyan da pêşangeha "Bi Çavên Mûxabîrên Fotoyê 15ê Tîrmehê Hewla Derbeya Xayîn" vebe.

Vê hefteyê di rojeva Meclisê da seba aboriyê "teklîfa qanûnê ya torbe" wê hebe.

Lijneya Giştî wê 16ê Tîrmehê roja sêşemê vebe û li ser Qanûna Baca Dahatê û Teklîfa Qanûna Seba Guhertina Hin Qanûnan bisekine.

Hevdîtinên Plana Pêşketinê ya Yanzdemîn ku plana ewil a Pergala Hikûmeta Serokomariyê ye, wê di Komîsyona Plan û Budçeyê da dewam bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Tîrmeh 2019, 15:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE