Mehaneya kêmtirîn eşkere bû

Mehaneya kêmtirîn ji bo sala 2020an brut weke 2 hezar û 934 lîre, net jî weke 2 hezar û 324 lîre hat cîgirkirin.

Mehaneya kêmtirîn eşkere bû

Mehaneya kêmtirîn ji bo sala 2020an brut weke 2 hezar û 934 lîre, net jî weke 2 hezar û 324 lîre hat cîgirkirin. Bi vê re li gorî par ucreta esxerî ya net ji sedî 15,03 zêde bû.

Komisyona Tesbîta Ucreta Esxerî ku ji nûnerên karker, kardar û yên hikûmetê pêk tên bi mazûmvaniya Wezareta Xizmetên Civakî, Malbat û Xebatê civiya.

Wezîra Xizmetên Civakî, Malbat û Xebatê Zehra Zumrut Selçuk reqema nû ya ucreta esxerî li Hola Reşat Morali ya Wezaretê eşkere kir.

Selçûkê anî ziman ku îsal jî Komisyona Tesbîta Ucreta Esxerî biryara xwe bi piraniya dengan da û got, "Mehaneya kêmtirîn ji bo sala 2020an brut weke 2 hezar û 934 lîre, net jî weke 2 hezar û 324 lîre hat cîgirkirin. Ucreta esxerî ya karkerekî zewicî û bi 3 zarokan bû 2 hezar û 479 lîre û 21 qurûş. Piştevaniya Ucreta Esxerî ji bo hemî kargehan emê di sala 2020an de jî bi dana weke 75 lîreyî bidomînin."AA

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2019, 09:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE