Mehkemeya Qanûna Bingehîn di doza girtina HDPyê da biryar da ku îdianame bê qebûlkirin

Mehkemeya Qanûna Bingehîn di doza girtina HDPyê da biryar da ku îdianame bê qebûlkirin

Lijneya Giştî ya Mehkemeya Qanûna Bingehîn di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da yekdengî biryar da ku îdianameqebûlkirin. Daxwaza destdayîna ser hesabên bankayê ya alîkariya xezîneyê jî ji bo niha red kir.

Mehkemeya Bilind îdîanameya der barê girtina HDPyê da hatibû amadekirin ji bo ku kêmasî bên temamkirin îade kiribû.

Serdozgeriya Komarê ya Darazê îdianame ji nû va amade kiribû û şandibû Mehkemeya Qanûna Bingehîn.

Lêkolîna ewil a li ser îdianameya ku Serdozgeriya Komarê yê Darazê ji nû va şandibû, temam bû.

Raportorê hatibû wezîfedarkirin der barê lêkolîna ewil da rapora xwe temam kiribû û pêşkeşî heyetê kiribû.

Di dozê da lêkolîna ewil wê îro di saet 10.00î da bê kirin û îdianame hat qebûlkirin an na biryarê wê bê dayîn.

Lijneya Giştî di lêkolîna xwe ya ewil da tesbît kir ku kêmasî hatine temamkirin û bi yekdengî biryar hat dayîn ku îdianame bê qebûlkirin.

Heyet li ser daxwaza tevdîrê ya destdayîna ser hesabên bankayê ya alîkariya xezîneyê jî sekinî. Daxwaza Serdozgeriyê ya ku dibêje bila ji bo tevdîrê hesabên bankayê yên partiyê bên blokekirin ji bo niha hat redkirin.

- Pêvajoyê çawa be?

Di dozên girtina partiyên siyasî yên ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Darazê li Mehkemeya Qanûna Bingehîn çêdibin da pêvajoya "doza darazê" tê şopandin.

Di danezana tensîpê ya ku wê bê amadekirin da rê û rêbazên dozê wê bên eşkerekirin.

Ji bo ku HDP xwe biparêze wê îdianameyê ji partiyê ra bişînin. Piştî ku metnê tensîpê hat îmzekirin ew ê îdianameyê teblîxê partiyê bikin û dema xwe parastinê wê dest pê bike.

HDP divê li gor dema ku mehkemeyê eşkere kiriye parastina xwe bike, lê heke pê ra negîhîne dikare ji bo ku dem bê dirêjkirin serîlêdanê bike. Dem divê bê dirêjkirin an na Mehkemeya Qanûna Bingehîn wê biryarê bide.

Piştî ku HDPyê parastina xwe ya ewil kir, îja Serdozgerê Komarê yê Darazê Bekir Şahîn wê der barê dozê da fikrê xwe bibêje.

Ev fikrê Şahîn jî wê ji HDPyê ra bê şandin, paşê demek wê bê diyarkirin ku Şahîn bi devkî daxuyaniyê bide û rayedarên HDPyê jî bi devkî xwe biparêzin.

Piştî van geşedanan raportorê agahî û belgeyên der barê dozê da berhev bike û rapora xwe amade bike. Dema ev tişt tên kirin him Serdozgeriya Komarê ya Darazê û him jî HDP wê bikaribin bi nivîskî delîlan bişînin û xwe biparêzin.

Dema rapor ji endamên Mehkemeya Bilind hat belavkirin Serok Zuhtu Arslan wê rojeke civînê eşkere bike, endam wê bicivin û li ser daxwaza girtina partiyê biaxivin.

- Heyetê biryarê bide

Heyeta Mehkemeya Qanûna Bingehîn ya ku ji 15 endaman pêk tê wê biryarê bide.

Ji van 15 endaman heke 10 endam bibêjin bila partî bê girtin ev biryar wê bigîhîje destê Serdozgeriya Komarê ya Darazê û paşê di Rojnameya Fermî da bê weşandin.

Piştî ku biryar di Rojnameya Fermî da hat weşandin li gor qanûna partiyên siyasî ev kesên ji partiyê wê 5 salan nikaribin partiyekê ava bikin, bibin endamên partiyekê û rêvebirên wê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE