Mehkemeya Qanûna Bingehîn di doza girtina HDPyê da wê lêkolîna xwe ya ewil îro bike

Mehkemeya Qanûna Bingehîn di doza girtina HDPyê da wê lêkolîna xwe ya ewil îro bike

 Lijneya Giştî ya Mehkemeya Qanûna Bingehîn di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da lêkolîna xwe ya ewil wê îro bike.

Mehkemeya Bilind îdîanameya der barê girtina HDPyê da hatibû amadekirin ji bo ku kêmasî bên temamkirin îade kiribû.

Serdozgeriya Komarê ya Darazê îdianame ji nû va amade kiribû û şandibû AYMyê.

Raportorê hatibû wezîfedarkirin der barê lêkolîna ewil da rapora xwe temam kiribû û pêşkeşî heyetê kiribû.

Di dozê da lêkolîna ewil wê îro di saet 10.00î da bê kirin û îdianame hat qebûlkirin an na biryarê wê bê dayîn.

Lijneya Giştî dema lêkolîna ewil bike, wê li ser beyana girtina partiyê, çalakî û xebatên wê, daxwaza qedexeya siyasî ya ji bo kesên navê wan di îdianameyê da derbas dibe bisekine, daxwaza destdayîna ser hesabên bankayê û alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyê jî wê bên nirxandin.

- Pêvajoyê çawa be?

Heke îdianame bê qebûlkirin ji bo ku HDP xwe biparêze wê îdianameyê ji partiyê ra bişînin.

HDP divê li gor dema ku mehkemeyê eşkere kiriye parastina xwe bike, lê heke pê ra negîhîne dikare ji bo ku dem bê dirêjkirin serîlêdanê bike. Dem divê bê dirêjkirin an na Mehkemeya Qanûna Bingehîn wê biryarê bide.

Piştî ku HDPyê parastina xwe ya ewil kir, îja Serdozgerê Komarê yê Darazê Bekir Şahîn wê der barê dozê da fikrê xwe bibêje.

Ev fikrê Şahîn jî wê ji HDPyê ra bê şandin, paşê demek wê bê diyarkirin ku Şahîn bi devkî daxuyaniyê bide û rayedarên HDPyê jî bi devkî xwe biparêzin.

Piştî van geşedanan raportorê agahî û belgeyên der barê dozê da berhev bike û rapora xwe amade bike. Dema ev tişt tên kirin him Serdozgeriya Komarê ya Darazê û him jî HDP wê bikaribin bi nivîskî delîlan bişînin û xwe biparêzin.

Dema rapor ji endamên Mehkemeya Bilind hat belavkirin Serok Zuhtu Arslan wê rojeke civînê eşkere bike, endam wê bicivin û li ser daxwaza girtina partiyê biaxivin.

- Heyetê biryarê bide

Heyeta Mehkemeya Qanûna Bingehîn ya ku ji 15 endaman pêk tê wê biryarê bide.

Ji van 15 endaman heke 10 endam bibêjin bila partî bê girtin ev biryar wê bigîhîje destê Serdozgeriya Komarê ya Darazê û paşê di Rojnameya Fermî da bê weşandin.

Piştî ku biryar di Rojnameya Fermî da hat weşandin li gor qanûna partiyên siyasî ev kesên ji partiyê wê 5 salan nikaribin partiyekê ava bikin, bibin endamên partiyekê û rêvebirên wê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE