Mehmet Aydinê bersûcê doza "Çîftlîk Bank"ê yê li Brezîlyayê teslîm bibû tînin Tirkiyeyê

Mehmet Aydinê bersûcê doza "Çîftlîk Bank"ê yê li Brezîlyayê teslîm bibû tînin Tirkiyeyê

Îsmaîl Çatakliyê Berdevk û Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî diyar kir ku balafira ji bo Mehmet Aydinê bersûcê doza "Çîftlîk Bank"ê yê li Brezîlyayê teslîm bibû bîne Tirkiyeyê firêket.

Çatakli di Civîna Agahdarkirina Çapemeniyê ya Mehane ya li Wezaretê hat kirin da pirsên rojnamevanan ên li ser Mehmet Tosunê bi navê "Tosuncuk" tê zanîn ê bi Çîftlîk Bankê bi hezaran kes xapandibû û revîbû dervayê welêt bersivand.

Çatakli bi bîr xist ku di sala 2018an da ji bo Aydin bultena sor derxistibûn û di 1ê tîrmehê da li Sao Pauloyê teslîm bû û wiha pê da çû:

"Me çawa ku xeber hilda daîreya me ya înterpolê û Wezareta me demildest bi mixatabên xwe ra têkilî danî. Ekîbeke ji daîreya me ya Înterpolê bi lez derbasî Brezîlyayê bû. Piştî temamkirina prosedurên herêmî hevalên me ew hildan û balafira ku wan bîne jî di saet 09.50yî da firêket. Ew ê di saet 22.30yî da li Tirkiyeyê bin. Dema ku hat jî karên fermî yên hewce dikin ew ê werin dîtin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE