Mehmet Aydinê bersûcê doza "Çiftlik Bankê" sewqî edliyeyê kirin

Mehmet Aydinê bersûcê doza "Çiftlik Bankê" sewqî edliyeyê kirin

Mehmet Aydinê bersûcê doza "Çiftlik Bankê" ku bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Îstanbul Anadoluyê di 3yê tîrmehê da li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin.

Li Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Malî ya Midûriya Ewlehiya Stenbolê kar û barên Aydin di nav 4 rojan da kuta bû.

Aydin li minîbusa polêsan siwar kirin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşa û li nexweşxaneyê tenduristiya wî hat kontrolkirin.

Piştî ku li nexweşxaneyê hat kontrolkirin, ew anîn Edliyeya Îstanbul Anadoluyê ya li Qertelê.

- Bûyer

Mehmet Aydin avakarê pergala ku raya giştî wekî "Çiftlik Bankê" dizane ye. Ev pergal bi sozê ku dahat wê jê were, gelek welatî mexdûr kirin. Aydin 2 sal bûn firar kiribû û li ser daxwaza Tirkiyeyê Brezîlyayê ew dersînor kiribû.

Aydin 3yê tîrmehê da hat Balafirgeha Stenbolê û bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Îstanbul Anadoluyê di balafirê da hatibû binçavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE