Mekteb wekî fabrîqeyê dixebitin

Li Bitlisê dibistanên meslekî alavên mobilyayê çêdikin

Mekteb wekî fabrîqeyê dixebitin

Li Bilîsê dibistana meslekî û teknîkî tevî dibistanên bajêr ji bo dibistanên derveyî bajêr alavan hildiberîne. Xwendekarên ku perwerdeya meslekî dibînin bi pratîka hilberînê zûtir hînî kar dibin.

Ev der lîseya teknîkî û meslekî ya Bilîsê ye.

Lê dibistan wekî fabrîqeyê dixebite.

Xwendekar hefteyê 18 saet mobîlya hildiberînin.

Lîseya teknîkî tenê par ji mobîlyayan milyonek lîre pere qezanc kir.

Îsal armanc 3 milyon lîre ye.

Di dibistanê de mase, dolab, sendelî û alavên dibistanê tên çêkirin.

Gelek bajarên derdor jî ji vê lîseyê danûstandinê dikin.

Wezareta Perwerdeyê alavên hilberandî li bajarên din belav dike.

Bi saya vê xebata pratîk xwendekar zûtir hînî kar dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE