"Meqamên Tirkiyeyê di ronîkirina vê bûyerê de biryardar in"

"Meqamên Tirkiyeyê di ronîkirina vê bûyerê de hem biryardar in hem jî kamil in"

"Meqamên Tirkiyeyê di ronîkirina vê bûyerê de biryardar in"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul got ku "Em li bendê ne ku daxwaznameya îadeyê bên bicîanîn. Ji ber ku ev bûyera menfûr li Tirkiyeyê qewimî."

Wezîr Gul dema ku ji Navenda Giştî ya AK Partiyê derdiket bersiva pirsên rojnamevanan da.

Gul bi bîr xist piştî ku rojnamevan Cemal Kaşikçi bi awayekî xwînxwar bi cinayetekî menfûr hat kuştin Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîn da destpêkirin û got ku wek meqamê lêpirsînê hemû delîl, daneyan bi titîzî berfireh dikin û lêpirsînê didomînin.

Gul got ku îro der heqê 18 kesên navborî de daxwaznameya îadeyê giha Wezareta Edaletê û wiha axivî: "Wezareta me ji bo ku ji rayedarên Siûdî, meqaman re bê şandin ji Wezareta Karên Derve re hat şandin. Daxwaza serdozgeriya me ew e ku ev 18 kes bên darizandin, ji bo ku lêpirsîna wan bê kirin wan îadeyê Tirkiyeyê bikin."

Wezîr Gul der barê pêvajoyê de nirxandin kirin û wiha axivî: 

"Em li bendê ne ku daxwaznameya îadeyê bên bicîanîn. Ji ber ku ev bûyera menfûr li Tirkiyeyê qewimî. Meqamên Tirkiyeyê di ronîkirina vê bûyerê de hem biryardar in hem jî kamil in. Ji ber vê jî ji bo ku ev lêpirsîn jî darizandin jî bi awayekî herî adil bigihêje encamê hemû raya giştî ya navneteweyî, raya giştî ya cîhanê li benda vê ye. Em wisa difikirin ku rayedarên Siûdî bersiveke erênî bidin vê daxwaza serdozgeriya me, ev yek hem ji bo civaka Siûdî hem jî ji bo civaka navneteweyî dê bibe encamekî gelekî erênî." AA

Dîroka nûkirinê: 27 Cotmeh 2018, 18:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE