Merasîmên bibîranîna Atatürk

Atatürk li Anitkabirê bi merasîma dewletê hat bibîranîn...

Merasîmên bibîranîna Atatürk

Bi merasîman 10 mijdarê, roja wefata Ataturk hat bibîranîn. protokola di bin serokatiya Erdoğan de çeleng danî mozoleya ataturk. serok erdogan deftera taybet a anitkabîrê îmze kir û got; ligel êrîşên navxweyî û derve em bi biryaradarî dixebitn ku komara Tirkiyê bikin yek ji wan dewletên hêzdar û mufereh.

Bi gul, qernefîl, helbest û diayan hat bibîranîn.

Tirkiye careke din ji bo Ataturk xemgîn bû.

Li Enqereyê navnîşana ewil a merasîman Anitkabîr bû.

Merasîma fermî di saet 8 û 45an de bi meşa giregirên dewletê ya ji Aslanli Yolê dest pê kir.

Di korteja bi serokatoya Erdoğan de alîkarê serok Fuat Oktay, serokê meclisê Binali Yildirim, nûnerên daraza bilind, fermenadarên hêzan û wezîr hebûn.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroğlu, serokê MHPê Devlet Bahçeli û seroka İYİ partiyê Meral Akşener jî beşdarî merasîman bûn.

Serok Recep Tayyip Erdoğan çelenga bi qernefîlên sor û spî danî ber mozoleta Ataturk.

Piştî rêzgirtin û merşe îstîklalê şande derbasî qûleya mîsaki millî bû.

Serok Erdogan deftera taybet a Anitkabîrê îmze kir û peyama xwe parve kir.

Serok Recep Tayyip Erdoğan : avakarê komara me û serfermandarê herbe me ya îstîklalê Ataturkê ezîz! em careke din 80. salvegera wefata şexsê we, bi rehmet bibîrtînin. em komara tirkiyê ku emanetê we û şîhedên me ye, ligel hemû êrîşên navxweyî û derve bi pêş dixin û ji bo bibe yek ji wan dewletên hêzdar û mufereh em bi biryardarî dixebitin.

Ji bo merasîman tevdîrên berfireh hatin girtin.

Panoyeke mezin a ku bi qerenfîlan Ala û Ataturk nîşan dida danîn ser riya Mozoleyê.

Piştî merasîmên fermî gel çû serdana Anitkabîrê.

Di dema merasîman de li gel kovara bi navê Ataturk û Zaok hat belavkirin.

Serdana ji bo Anitkabîrê dê heya 10ê bi şev dewam bike.

Dema saet bû 9 û 5 deqîde wekî li seranserê welêt li enqereyê jî heyat sekinî.

Dîroka nûkirinê: 10 Mijdar 2018, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE