Merzûq: "Li gor texmîna di nav rojek an jî du rojan da li Xezeyê agirbest wê çêbibe"

Rêvebirê Hemasê Ebû Merzûq: "Li gor texmîna di nav rojek an jî du rojan da li Xezeyê agirbest wê çêbibe"

Merzûq: "Li gor texmîna di nav rojek an jî du rojan da li Xezeyê agirbest wê çêbibe"

Mûsa Ebû Merzûqê Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê diyar kir ku li gor texmîna wî li Xezeyê di nav rojek an jî du rojan da wê agirbest çêbibe.

Ebû Merzûq ji el-Meyadîna kanala têlevîzyonê ya Lubnanê ra axivî û diyar kir, ew li bendê ye ku hewildanên seba agirbestê serkeftî bibin.

Ebû Merzûq wiha got, "Li gor texmîna di nav rojek an jî du rojan da li Xezeyê agirbest wê çêbibe."

Ebû Merzûq diyar kir ku hêza Îsraîlê ew qaas tuneye ku li gelek eniyan şer bike û Tel Avîv "ji ber vê yekê jî pir bi fikar e ku deriyê di dojehê ser wan da were vekirin."

Ebû Merzûq bi bîr xist ku Amerîkayê di serî da qebûl nekir ku mijar di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da were mizakerekirin û wiha got, "Piştî ku Berxwedana Filistînê li Tel Avîvê xist, helwesta Washingtonê guherî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE