Li Sariqamişa navçeya Qersê meşa ku di çarçoveya çalakiyên 104emîn salvegera Operasyona Sariqamişê da tê lidarxistin, dest pê kir.
Ligel Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu û Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, ji gelek parêzgehên Tirkiyeyê û dervayî welêt, çi ciwan çi navsale gelek welatî bi minasebeta 104emîn salvegera Operasyona Sariqamişê ku di Şerê Cihanê yê Yekemîn da artêşa Osmanî ya ku serfermandarê wê Enver Paşa bû, ji bo rizgarkirina xaka di bin dagiriya Ûris da dabû destpêkirin, lêbelê tê da 90 hezar esker şehîd bûbûn da hatin cem hev.
Kesên kombûyî paşê derketin Zîrveya Kizilçubukê ku dikeve navbera Soganli û çiyayên Allahuekberê û herwiha di wê operasyona cenga cihanê da gelek esker di pevçûnan da û di sir û sermayê da şehîd bûbûn.
Waliyê Qersê Turker Oksuz, Parlamenterên Qersê yên AK Partiyê Ahmet Arslan û Yunus Kiliç û herwiha waliyên parêzgehên cîran û qaymeqam jî beşdarî çalakiyê bûn.
Ekîbên cendirmeyan li ser guzergeha meşê tedbîrên ewlekariyê standin.
Di çarçoveya bernameyê da dê çeleng pêşkêşî Abîdeya Ataturk bikin û herwiha piştî rawestîna rêznîşandanê, sûbayek dê dîroka Operasyona Sariqamişê vebêje.
Tê texmînkirin ku wezîr Soylu, Kasapoglu û Varank her yek jê dê axaftinekê bike û di dawiya çalakiyê da jî Heyva Sor a Tirk dê xwarinê îkramî beşdaran bike.
AA