"Meşa Türkiyeyê ya ber bi sala 2023an va gelek aliyan aciz kiriye''

Erdogan: "Meşa Türkiyeyê ya ber bi sala 2023an va gelek aliyan aciz kiriye. Di vê pêvajoyê da tê dîtin ku êrîşên li ser welatê me zehf zêde bûn."

"Meşa Türkiyeyê ya ber bi sala 2023an va gelek aliyan aciz kiriye''

Serok Recep Tayyîp Erdogan; "Em hilberîn, îxracat û îstixdamê zêde dikin, li mafên xwe yên li Behra Sipî xwedî derdikevin û deriyên heyama pêşketineke teze vedikin."

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di "Civîna Nirxandinê ya Sala 2019an" da axivî.

Serok Erdogan destnîşan wek hikûmeteke ku rayeyê rasterast ji gel distîne wezîfeya wan ya sereke ew e ku hesabên tiştên ku dikin bidin gelê xwe.

Erdogan diyar kir ku meşa Türkiyeyê ya ber bi sala 2023yan va gelek aliyan aciz kiriye û got ku di vê pêvajoyê da tê dîtin ku êrîşên li ser welatê me zehf zêde bûn û wiha got: "Me kuçeyên xwe teslîmê tevliheviyê nekir. Me li hemberî rêxistinên terorê serî netewand. Me meydanê ji darbekeran ra nehişt. Me destûr neda sînorê me yê başûr bê dorpêçkirin. Em teslîmî tetîkvanên aboriyê nebûn."

Serok Erdogan diyar kir wê çavên kesên li bendê ne ku Türkiye çok vede û ber bi xirabiyê va here li erdê bihêlin û wiha axivî: "Em dikevin salên nû, em ê li hundir û derva nîşanî her kesî bidin ku ev gelê mezin şert û merc çi dibe bila bibe wê ji bo îstiqlal û îstîqbala xwe destanê binivîsîne."

Erdogan destnîşan kir hilberîn, îxracat û îstixdamê zêde dikin, li mafên xwe yên li Behra Sipî xwedî derdikevin û deriyên heyama pêşketineke teze vedikin."

Serok Erdogan diyar kir wê di nîvê yekemîn yê îsal da 21 wargehan ku kapasîteya wan 13 hezar û 750 nivîn e vekin û wiha axivî: "Em navendên perwerdeya meslekî hêzdar dikin. Li van xwendingehan perwerdeya çiraxtî, qalfatî û hosteyiyê didin ciwanên xwe, li heman ciyî dersên ferqê jî didin wan pêşî li wan vedikin ku dîplomeya lîseyê bistînin. Em plan dikin 6 mehên ewil yên îsal li ser asta dibistana seretayî, ya navînî û lîseyê 2 hezar Atolyeyên Şiyanê vekin û dû ra jî 10 hezarên din."

Erdogan diyar kir di senaryonên ji bo Türkiyeyê hatibûn nivîsandin da 2019 wek "sala teslîmbûnê" hatibû diyarkirin û got ku gelek şikir ku me sala 2019an ji nû va kir sala pêşketinê û wiha dewam kir: "Plana me ya pêşketinê ya 11emîn a heyama 2019-2023an dihewîne, nexşerêya me ya dema wê navîn e. Me ev plan bi dirûşmeya 'Türkiyeyeke zêdetir hilberînê dike, zêdetir bi edalet parve dike, bêtir xurt û murefeh e' va amade kir. Em ê gav bi gav bi planên salane û heyamên çaryekî va wê bişopînin û bikin rewacê."

Serok Erdogan destnîşan kir wê îsal Nexweşxaneyên Bajêr yên Qonya Karatay, Stenbol Îkîtellî, Tekirdax, Kocaelî û Îzmir Bayrakliyê vekin û wiha peyivî: "Me hejmara cih û nîvînên nexweşxaneyên xwe derxiste 240 hezarî, hejmara cih û nivînên biqalîte jî derxiste 145 hezarî. Me hejmara doxtorên xwe jî ji 92 hezaran derxiste 161 hezarî. Ji dawiya mijdara 2019an pê va hejmara nexweşên ku bi rêya turîzma tenduristiyê tên welatê me gihîşt 470 hezarî. Armanca me ew e ku em vê hejmarê pêşiyê derxin 750 hezarî û dû ra jî 1,5 milyonî."

Erdogan diyar kir çêkirina dermanê xwemalî û ji plazmaya xwemalî çêkirina berhemên xwînê wê di 2020î da ji mijarên wan yên sereke bin û wiha xeberda: "Yên li hemberî çêkirina derman û plazmayên xwemalî û pêşvebirina cîhazan da astengiyan derdixin îxanetê li welêt dikin."

Serok Erdogan destnîşan kir amadehiyên pakêta daraza duyem ya verastkirina înfazê jî di xwe da dihewîne temam kirine û di nav çend hefteyan da wê bînin rojeva Meclisê û wiha dewam kir: "Em ê kêmasiyên mewzuata pêkanîna qada hewaya bêdûman çareser bikin û têkoşîneke çalak bimeşînin."

Erdogan der heqê pergala sulha îdarî ya wek navbeykariyê da got ku me di vê mijarê da amadehî di 2019an da temam kirin, înşallah di demek nêz da mijar wê bikeve rojeva Meclisê û wiha dewam kir: "Em li ser rejima înfazeke bipîvan û biedalet ku wê li gorî armanca pergala edaleta cezayê be, kesên sûcdar wê cezayên xwe bikşînin û raya giştî jî pê azic nebe, dixebitin."

Serok Erdogan got ku sala par di operasyonên birin ser PKKyê da 1250 terorîst hatin berterefkirin û pêşî li gelek çalakiyan hat birîn.

Erdogan der barê şanoya ku Selahattîn Demirtaş nivîsiye da wiha peyivî: "Ji bona ku nîşan dide welatê me bi destê kê hatiye ku derê ev zehf balkêş e. Ez bawer dikim ku gelê min ê ezîz wexta ew dem hat wê dersa hewce dike bide van kesan."

Serok Erdogan destnîşan kir li hemberî çûn û hatina behrê ya li Tengavê astengî derxistin ji hêla aborî, hiqûqî û civakî va ne mumkin e û got ku tekane çare avakirina rêyeke avê ya din e.

Erdogan diyar kir wê faza duyem ya etaba ewil a Balafirgeha Stenbolê di meha Hezîranê da ji xizmetê ra vekin û got ku em ê peyka TURKSAT 5Ayê di çaryeka sêyemîn ya 2020an da bişînin fezayê û wiha dewam kir: "Peyka gihandinê ya herêmî ya ewil TURKSAT 6A wê îsal temam bibe û di sala 2021ê da em ê bişînin fezayê."

Serok Erdogan destnîşan kir 1,5 milyon avahiyên dibê di nav 5 salan da acil werin nûkirin hene û got ku armanca me ew e ku 100 hezarên wan li Stenbolê her sal 300 hezar avahiyan ji nû va çêbikin.

Erdogan diyar kir îsal li 38 bajarên din jî wê baxçeyên gel bixin xizmeta welatiyên xwe.

Serok Erdogan destnîşan kir îsal bi 6,6 milyar lireyî wê destekê bidin heywandaran û got ku em ê îtxalata goşt hê kêmtir bikin û înşellah di 2022yan bi temamî rakin.

Erdogan diyar kir tevî 2 hezar û 845 kesên par hatin tayînkirin bi tevahî 26 hezar û 684 xizmên şehîdan, xazî û xizmên xaziyan di saziyên kamuyê da hatine bicîkirin û got ku di nîva ewil ya îsal da jî em ê 600 kesan bi cî bikin.

Serok Erdogan got ku li gor Bernameya Aboriyê ya Nû di 3 salên pêş da em dixwazin îstixdamê 3,2 milyon kes zêde bikin û di 2022yan da bêkariyê daxin ji sedî 9,8an.

Erdogan diyar kir di Bernameya Aboriyê ya Nû da enflasyon îsal ji sedî 8,5 e, piştî heyama bernameyê dixwazin dakeve ji sedî 4,9an û wiha got: "Ji bo ku faîz biqedeme dakeve me gav avêtin. Me got 'divê dakeve', daket, dadikeve. Îro jî wê daxuyaniyek bê dayîn."

Serok Erdogan got ku armanca me ew e ku îsal em bigihêjin ji sedî 5 rêjeya mezinbûnê û ji sedî 3,4 rêjeya mezinbûna kurewî derbas bikin.

Erdogan destnîşan kir di heyama pêş da hêvî dikin ku di têkilî û pêwendiyên bi Yekîtiya Ewropayê ra pêşketina nû çêbe.

Serok Erdogan got ku di 6 mehên ewil yên salê da em dixwazin Serkonsolosxaneyên xwe yên Besra û Mûsilê bixin fealiyetê û plan dikin serkonsolosxaneyên li Necef û Kerkûkê vekin.

Erdogan ragihand wê bernameya Fezayê ya ya Neteweyî di nîva ewil ya îsal da eşkere bikin.

Serok Erdogan der barê peymana bi Libyayê ra got ku di 2020î da em ê ji bo wan qadan risxetê derxin û dest bi sondajê bikin, ewilî wê Orîç Reîs xebatên sîsmîkê birêva bibe.

Erdogan di berdewamiyê da got ku me ji 1ê Rêbendanê vir va bernameya xwe ya bo 537 îcraetên ku 180 roj qewlên wan heye û ji 34 milyar lireyî pêk tê û bo 6 mehên ewil ên 2020î ne kir rewacê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE