"Meseleya FETOyê wê mijara sereke be ku em ê li ser biaxivin"

Serok Erdogan: "(Ziyareta ji bona Amerîkayê) Meseleya FETOyê wê mijara sereke be ku em ê li ser biaxivin."

"Meseleya FETOyê wê mijara sereke be ku em ê li ser biaxivin"

Serok Erdogan: "(Ziyareta ji bona Amerîkayê) Meseleya FETOyê wê mijara sereke be ku em ê li ser biaxivin."

"Ji bona serterorîstê li Pensilvanyayê îadeyî welatê me bikin heta îro me gelek gav avêtin û em ê berdewam bikin. Heta hemû derbekar li ber darazê hesab bidin em biryardar in ku dev ji wan bernedin."

 "Her çiqas di pêwendiyên me da nediyarî hebe jî bi Trump ra em di heman fikrê da ne pirsgirêkan çareser bikin û pêwendiyên xwe pêşva bibin."

 "(Ziyareta Amerîkayê) Em ê bi belgeyan bibêjin ku Ferhad Ebdî Şahîn terorîst e û xelet e ku bi terorîstekî ra biaxivin."

 "Mijara sereke şerê dijî terorê ye. Di mijarên ku ewlehiya herdu dewletan eleqedar dikin da em dixwazin heyameke nû bidin destpêkirin." 

 "Ne Rûsyayê û ne jî Amerîkayê hê rêxistinên terorê paqij nekirine. Ez ê bi Trump ra û piştî vegeriyam jî bi têlefonê bi Putîn ra mijarê binirxînim."

 "(YE) Ji ber geşedanên li Qibrîsê gefan li Tirkiyeyê nexwin. Em guh nadin van tiştan û di rêya xwe da dewam dikin."

"(Helwesta YEyê) Li hember Tirkiyeya ku gelek DEAŞiyan derdest kiriye û li aliyê Sûriyeyê di kontrolê da digire li ser helwesta xwe cardin bifikirin."

 "(Helwesta YEyê) Wê ev derî vebin û me dest pê kir DEAŞiyan ji we ra dişînin. Ji vir û pê da hûn li çareya serê xwe binihêrin."

"YE; Tirkiye ne ew welat e ku we heta niha nas dikir. Niha welatek e ku li ser maseya mizakereyê ye. Rûniştina li ser  maseyê me mecbûr nake"

 "(Herêma ewle) Bi Amerîka û Rûsyayê ra heta îro xebatên dilsoz ku meşandiye em dixwazin ji vir û pê da jî bi biryardarî bidomînin."

 "(Îadekirina DEAŞiyan) Em ê berdewam bikin û wan bişînin. Hildidin yan jî hilnadin ev me eleqedar nake."

" Welatên NATOyê divê êdî xwe ser vê mijarê bisekinin. Em ê 3-4ê berfanbarê li Îngiltereyê di Zîrweya Serokan da van bi temamî bînin rojevê.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE