"meseleya welêt meseleya dildariyê ye"

"Me pirsirêka ava vexwarinê ya Edirneyê çareser kir. Me li Edirneyê 6 bendav û 31 lîç ava kirin."

"meseleya welêt meseleya dildariyê ye"

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di mitînga Edîrneyê de bangî gel kir...

Ji axaftina Serok Erdogan;

 "Me bi dilnizmî, dildarî û xîretê got ku meseleya welêt meseleya dildariyê ye û em li ber Edirneyê asoyeke nû vedikin. Înşellah bawer dikim ku Edirne di 31ê Adarê da wê ji zîleta çop, çemûr û çel û mirtên ku karê CHPyê ye xilas bibe."

 "Kemal Efendî çi dibêje? 'Cotkar birçî ne, dest danîne ser axa cotkaran.' Di ber te da bimîne. Dest danîne ser kîjan axê? Me 2,6 katrîlyon alîkariya çandiniyê da cotkarên xwe. Ka hesab bike. Tu gorî çi xeber didî?"

"Me pirsirêka ava vexwarinê ya Edirneyê çareser kir. Me li Edirneyê 6 bendav û 31 lîç ava kirin. Çêkirina 3 bendav û 3 lîçan jî dewam dike. Bi tesîsên avdanê yên hatin çêkirin av çû ser 454 hezar dekar eraziyên tên ajotin. Bi tesîsên çêkirina wan dewam dike wê av here ser 367 hezar dekar eraziyên din jî."

"Em dixwazin di vejenê da emilandina çavkaniyên xwemalî zêde bikin û pêwîstiya ji derva kêm bikin. Di sala 2017an da ceyrana ji çavkaniyên xwemalî dihat çêkirin ji sedî 45 bû. Hûn dizanin niha çiqas e? Derket ji sedî 60î."

 "Em dixwazin di vejenê da emilandina çavkaniyên xwemalî zêde bikin û pêwîstiya ji derva kêm bikin. Di sala 2017an da ceyrana ji çavkaniyên xwemalî dihat çêkirin ji sedî 45 bû. Hûn dizanin niha çiqas e? Derket ji sedî 60î."

 "Me li Trakyayê qadên xazê yên nû keşif kirin ku hilberîna me ya xazê derxe 2 qatî ku rezerwa wan 3 milyar metrekup e. Ev reqam 10 salan têra 300 hezar malan dike."

"Ev welêt bi hemû reng û cihêrengiyên xwe welatê hevbeş yê 82 milyon welatiyên me ye. Li vî welatî bi şertê ku her kes siyanetê nîşanî heq û hiqûqa yên din bide dikare mîna bawer dike û dixwaze bijî. Dikare karê ku dixwaze bike û fikr û ramanên xwe bibêje."

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 08:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE