"Meseleyeke AK Partiyê ya li ser Mansur Yavaş tuneye"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got: "Meseleyeke AK Partiyê ya li ser Mansur Yavaş tuneye. Mansur Yavaş meseleya CHP, Kiliçdaroglu û yên di nav îtifaqê da piştgiriyê didin namzediya wî ye."

"Meseleyeke AK Partiyê ya li ser Mansur Yavaş tuneye"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got ku "Meseleyeke AK Partiyê ya li ser Mansur Yavaş tune ye. Mansur Yavaş meseleya CHP, Kiliçdaroglu û yên di nav îtifaqê da piştgiriyê didin namzediya wî ye."

Çelîk di navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsên di rojevê de da û nirxandin kirin.

Çelîk bi bîr xist ku di civîna çapemeniyê ya berê de hin pirsên der barê îdiayên der heqê Mansur Yavaşê Namzedê Şaredariya Mezin a Enqereyê anî rojevê. 

"Em di navbera Mansur Yavaş û wî kesî de teref nînin"

Çelîk destnîşan kir ku ev îdia meseleya çend rojan nîne û wiha axivî: 

"Di daxuyaniyên xwe yên wir de dibêje ku em bi kesê ku pê re îxtilafa wî heye re helwesta terefgîriyê nîşan didin. Tu gotineke min ji bo kesê ku pê re îxtifala wî heye ya wekî 'karsazekî rêzdar" tuneye. Herkesê ev di civîna min a çapemeniyê de bihîst. Min gotineke wiha jî negot, lewra em vê kesê nas nakin. Gelo wekî ku Mansur Yavaş îdia dike karsazekî rêzdar e yan kesekî krîmînal e? Der barê vê de agahiya me tune. Yê ku dê biryara vê bide jî em nînin. Lewra meseleyên diyar întiqalê mehkemeyan kiriye. Em dadger û dozger nînin. Em di vê mijarê de di navbera Mansur Yavaş û wî kesî de teref nînin. Di mijarên tê qalkirin de dê mehkeme biryarê der heqê vî kesî de bide. Em bi tu kesî re nakevin nav têkiliya terefgîriyê."

Çelîk bi bîr xist Yavaş gotiye ku "Ji ber ku min xwest ku reqîbê min beyana malê xwe bike ev hatin rojevê, bêbextiyê li min dikin" û got "Eşkere ye ku namzedê CHPyê Birêz Yavaş hewl dide ku meseleyê berevajî bike."

Çelîk axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hin manîpulasyonên siyasî yên wekî buxtan, dafik nikarin ku ji deriyê teşekûla me ya siyasî ra derbas bibin, bereksê wê em kadroyeke wisa nin ku dijî van hemûyan têkoşînê didin."

 "Mansur Yavaş meseleya CHPyê ye"

Çelîk destnîşan kir ku Mansur Yavaş meseleya AK Partiyê nîne û got ku "Meseleyeke AK Partiyê ya li ser Mansur Yavaş tuneye. Mansur Yavaş meseleya CHP, Kiliçdaroglu û yên di nav îtifaqê da piştgiriyê didin namzediya wî ye."

 "Em bi kelecanî li bendê ne"

Çelîk der barê daxuyaniya Mansur Yavaş a ji bo şaxên çapemeniyê ya dibêje ku dê hemberî wan dozê veke de ev gotin: 

"Bila ji soza xwe ya ji bo ku ev mijar li mehkemeyê jî bên axaftin, li ber raya giştî bi awayekî eşkeretir û zelaltir bên axaftin dozê veke paşda gav biavêje. Ez dixwazim bibêjim ku em bi kelecanî li benda vê dozê ne."

Çelîk got ku Mansur Yavaş niha jî xwe wekî mexdûr nîşan dide û ev gotin: "Bêyî ku bersiva tu tiştê bide îdiakirina mexdûriyê ji bilî qurnaziyekî ji rêzê tiştekî din nîne. Kîjan daxuyaniya Yavaş rast e? Gelo daxuyaniya ku li ber mehkemeyê got rast e yan ya ku li ber şaxên çapemeniyê got? Divê ev mijar bi awayekî zelal bê eşkerekirin. Dikare ku bi aqil, mantiq û Tirkiyeke xweşik bersivê bide. Siyasetmedarekî ji xwe bawer dikare ku vê bi hêsanî nîşan bide. Şûna vê serî li hin hevokên kirêt dan, ne hewceyê van e. Eşkere ye ku ew dixwaze bincil bike.

Çelîk ev got "Ji niha pê ve berdewamiya namzediya kesekî wiha bi kapasîteya hezmkirina mijarê ya CHPyê re eleqedar e."

 "Ez gotina wî îadeyî wî dikim"

Çelîk der barê gotinên Netanyahu de jî ev gotin: "Ez gotina dîktator îadeyî Birêz Netanyahu dikim ku ev gotin di nav siyasetmedarên li ser rûyê dinê yên ser peywirê de herî zêde lê tê.Kesekî nijadperest, kesekî ku ji bo welatiyên xwe bi xwe jî gotina çîna yekem-çîna duyem bi kar tîne ji bo Serokomarê me bi awayekî neheq û ji exlaqê dûr gotina 'dîktator" bi kar anî û ev yek ji bo me encax dibe sedema şerefê."

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Adar 2019, 14:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE