Ji ber karîkatura kovara Charlie Hebdoyê weşand Meslehetguzarê Balyozxaneya Ankarayê ya Fransayê gazî Wezareta Karên Derva kirin û mijar hat şermezarkirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, di hevdîtinê da ji Meslehetguzarê Fransiz ra gotin, "Êrîşa bêbext a dijî şexs û baweriya dîn tê kirin di çarçoveya azadiya îfadeya dîn da nayê nirxandin, li bendê ne ku meqamên Fransayê di vê mijara ji sînorê azadiya îfadeyê derbas dibin gavên siyasî û hiqûqî yên lazim dikin biavêjin."
Wekî mayîn ji ber bûyerên tundiyê yên çend roj in li Fransayê aliyên Ermenî tînin serê welatiyên Tirk anîn rojevê û ji meslehetguzar hat xwestin ku meqamên Fransayê tevdîrên ewlehiyê yên lazim dikin bira hildin.
AA