Mesrûr Barzanî hat Tirkiyê

Ev 21 sal in siyasetê dike, niha jî Serokwezîrê Herêma Kurdan e

Mesrûr Barzanî hat Tirkiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdan Mesrûr Barzanî sala 1998an de bû endamê meclisa birêvebirinê ya PDK’ê û ji wê rojê heta niha siyasetê dike. Gelo serpêhatiya wî çi ye? 

Mesrûr Barzanî di 2yê adara 1969an de li Herêma Balekeyetiyê ya Hewlêrê hat dinyayê.

Di sala 1989an de li Îranê lîse xilas kir.

Di sala 1997an de li paytextê Amerîkayê Washîngtonê ji Beşa Xebatên Navdewletî ya Zanîngeha Amerîkanê mezûn bû.

Di sala 1998an de dest bi siyasetê kir û bû endamê Meclisa birêvebirinê ya PDK’ê. Heman salê bû Midûrê Giştî yê Ajansa Parastinê.

Di sala 2010an de bû Endamê Polîtboruya PDKê.

Di sala 2012an de bû Serokê Konseya Ewlehiyê ya Herêmê.

Di sala 2015an de Weqfa Alîkariyê ya Barzaniyan ava kir. Weqf alîkariyeke mezin dide penaber û afatzedeyan.

Bi taybetî di şerê li dijî rêxistina terorî Deaşê de derket pêş û wek pêşmerge şer kir.

Di 12ê Hezîranê de bû Serokwezîrê Herêma Kurdan û niha jî vê wezîfeyê didomîne.

Barzanî zewicî ye û 4 zarokên wî hene.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE