Mgk wê saet di 15:00an de li kulliyê bicive. Serok Recep Tayyip Erdoğan dê civînê bi rê ve bibe. Micadeleya li dijî terorê û rewşa îdlibê wê bê axaftin.
Civîn wê li Kulliyê be û li ser hadîseyên li Sûriyê bê xeberdan.
Nexasim, rewşa Îdlibê ya piştî mitabaqata Soçiyê wê bê axaftin.
MGK wê li ser xurtkirina cihên çavdêriyê yên li Îdlibê û xebatên herêmên nû yên bepevçûn bipeyve.
Herwiha, di civînê de wê li ser netîceyên operasyonên micadeleya li dijî terorê de jî bê xeberdan.