"Miaşê dewletê distînin, lêbelê zarokên 12-14 salî dibin çiya"

Dayik Mevlude Uçdag:"Miaşê dewletê distînin, lêbelê zarokên 12-14 salî dibin çiya. Ma îradeya zarokekî 17 salî heye?"

"Miaşê dewletê distînin, lêbelê zarokên 12-14 salî dibin çiya"

Nobeda ku Dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku Dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 112emîn.

Mevlude Uçdaga ku ji wan dayikan e ku rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya rûniştinê didomînin, diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Ramazan Uçdag, nobeda ewladan didomîne û herwiha ev 5 sal in têdikoşe.

Uçdagê bal kişand ku ew bibiryar e ku heya kurê wê lê vegere, çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "Çima vê zilmê li min dikin? Di destê însanekî Qur'anxwendî da şûna ku pênûs hebe, çima çek danê? Ma îzin ji min sitandine ku kurê min birine wê derê?"

Uçdagê diyar kir ku wê bêriya bêhn û axaftina kurê xwe kiriye û wiha got, "Ez naxwazim kurê min li wê derê be. Ma çima kurê min li wê derê were kuştin? Ka çima wê gule berde esker û polêsê me? Miaşê dewletê distînin, lêbelê zarokên 12-14 salî dibin çiya. Ma îradeya zarokekî 17 salî heye?."

Uçdagê herwiha got ku ew pê nizane ka kurê wê sax e an na.

- "HDPyê keça min biriye"

Ji dayikan Husniye Kayayê jî diyar kir ku ew ji bo keça xwe Mekiye ku 5 sal berê gava 14 salî bû, hatibû revandin, çalakiya rûniştinê didomîne.

Kayayê bal kişand ku heya keça wê lê were vegerandin ew ê çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "Heger berf jî şilî jî bibare ez ê neçim. Ev 112 roj in em li vê derê ne. Ez ê ji vir neçim. Ez keça xwe ji HDPyê dixwazim. Ez dizanim HDPyê keça min biriye. Înşelah keça min dê were."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE