Mifetişek wê bûyera li Pendîkê lêkolîn bike

Wezîrê Edaletê Gul destnîşan kir ji bona bûyera li Pendikê ku zarokek li parkê bi guleyê birîndar bûbû, mifetiş hat wezîfedarkirin

Mifetişek wê bûyera li Pendîkê lêkolîn bike

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul destnîşan kir ji bona lêkolînkirina bûyera li Pendikê ku zarokek li parkê bi guleyê birîndar bûbû, mifetiş hat wezîfedarkirin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda mifetişê hat wezîfedarkirin wê li ser mijara pêvajoya edlî bisekine û lêkolîn bike ka îhmalkarî heye yan na.

Di 21ê Tebaxê da li Taxa Dumlupinara ser Pendikê B.B ji paceya mala xwe gule berî alî parka zarokan dabû û H.Dya 7 salî birîndar bûbû. Li ser vê B.B hatibû binçavkirin û li ser telîmata dozgeriyê hatibû berdan. Lê li ser telîmata serdozgeriyê ew duh dîsa hat binçavkirin û li ser daxwaza dadgeha nobedar ji ber sûcê "bi qestî birîndarkirin" û "bi awayê bibe sedema tirs, xof û bizdînê çek teqandinê" hat girtin.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2018, 13:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE