"Mijara penaberan bi hewldanên çend welatan nayê çareserkirin"

Serok Erdogan: "Mijara penaberan bi hewldanên çend welatên wek me yên mazûvaniyeke baş dikin va nayê çareserkirin, ev eşkere ye."

"Mijara penaberan bi hewldanên çend welatan nayê çareserkirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Dewletên ku derfet û îmkanên wan ji me zêdetir in ji bona penaberan kota danîn, lê me bêyî ku cudakariya nijad, dîn, ziman û eslê wan bikin hembêza xwe ji her kesî ra vekir."

 "Ji xeynî çend hedîseyên munferîd bûyerên xemgîn yên ku li dijî penaberan cudakarî û neyartî bê kirin çênebûn."

 "Mijara penaberan bi hewldanên çend welatên wek me yên mazûvaniyeke baş dikin va nayê çareserkirin, ev eşkere ye."

 "Çareseriya meseleya koçberiya ji Sûriyeyê çêdibe ew nîne ku penaber di nav sînorên me da bimînin."

 "(Penaber) Ev pirsgirêka wîcdanan diêşîne ancax bi gavên kurewî va wê bê çareserkirin."

 "Li Sûriyeyê di tesîskirina îstiqrara mayînde û normalîzebûnê da paşda veger herî kêm bi qasî têkoşîna dijî terorê girîng e."

 "Divê çareseriyên wisa bê dîtin ku penaber li ser axa xwe bimînin û yên li welatê me jî cardin bikaribin vegerin welatê xwe."

 "Li ser êşa mirovên ku her tiştên xwe li dû xistine meşandina siyasetê, bi xurandina pêşdarazên civakê va li dû berjewendiyên siyasî ketin şerm e."

 "Ez dibêjim ku werin em bi hev ra wê nefta ku di bîrên neftê da ye derxînin. Paşê wan projeyan li wê herêma terorê tetbîq bikin û van mirovên ku niha penaber in li mal, dibistan, nexweşxaneyên me avakirin bi cî bikin, lê xwe nadin ber."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE