"Miletê hanê bi sebrê ji heqê van erdhejan hat der û biserket"

Serokomar Erdogan li Mizgefta Mewlana beşdarî merasima cenazeyên 2 kesên di erdheja li Elezîzê da mirin bû.

"Miletê hanê bi sebrê ji heqê van erdhejan hat der û biserket"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo erdheja li Elezîzê qewimî got: "Ji berê heya niha gelek erdhej qewimîn û vî miletê hanê bi sebrê ji heqê van erdhejan hat û biserket."

Serokomar Erdogan li Mizgefta Mewlana beşdarî merasima cenazeyên 2 kesên di erdheja li Elezîzê da mirin bû.

Di axaftina xwe da Serokomar erhejên ji berê va li welêt qewimine bi bîr xist û wiha pê da çû: "Ji berê heya niha gelek erdhej qewimîn û vî miletê hanê bi sebrê ji heqê van erdhejan hat û biserket. Wek dewlet û wek milet mayê ji destê me tê înşeallah heta dawiyê em dikin û emê bikin. Hemû xebatên me yên li ser van kavilan wê dewam bikin. Di şûna cihên li tax û gundan hilweşiyan da jî wê bi destê TOKIyê gav bên avêtin û mayê hewce dike jî wê bê kirin, emê kesî li derva nehêlin. Guh nedin gotegotan û propagandayên neyênî. Bizanibin ku em her dem xizmetkarên we ne."

Serokomar Erdogan xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêma erdhêjê tên kirin jî şopand û ji rayedaran agahî hilda.

Serokomar Erdogan û Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û hin wezîr jî pê ra ji bo xebatên erdheja bi lerza 6,8an ku navenda wê Sivrîce bû boşîpin, derbasî Elezîzê bûn. 

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ziya Selçûk û Waliyê Elezîzê Çetîn Oktay Kaldirim û rayedarên din çûn pêşwaziya Serokomar Erdogan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE