Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Miletê me di wan rojên xerab da kesên ku çok venedan û kesên ku alîgiriya derbe û derbekaran kirin tu carî jibîr nekirine û wê jibîr nekin. Vî miletî derbekar û piştgirên derbekaran pêşiyê di sandoqê da, paşê jî di wijdana civakî da kiriye mehkûm."
Weqfa Şule Yuksel Şenlerê li Navenda Çandê ya Ataturk "Bernameya Taybet a Şule û 28ê Sibatê" li dar xist û Serokomar Erdogan di bernameyê da axivî.
Erdogan di bernameyê da spasiya Weqfa Şule Yuksel Şenlerê kir û weqif pîroz kir ku di salvegera 25em a 28ê Sibatê da di vê bernameya watedar da ew civandin.
Serokomar Erdogan der heqê 28ê Sibatê da wiha got, "Miletê me di wan rojên xerab da kesên ku çok venedan û kesên ku alîgiriya derbe û derbekaran kirin tu carî jibîr nekiriye û wê jibîr neke. Vî miletî derbekar û piştgirên derbekaran pêşiyê di sandoqê da, paşê jî di wijdana civakî da kiriye mehkûm."AA