"Miletê me cesaret da çar aliyê dinyayê"

Oktay: "Miletê me yê ku di rojên zehmet da li dora lîderê xwe ye tevlî raya giştî ya navneteweyî li hemberî helwestên rê û rêgezan binpê dikin bûye yekdeng û li hemberî neheqiyan cesaret da çar aliyê dinyayê. Sekinîn tune, di rê da dewam."

"Miletê me cesaret da çar aliyê dinyayê"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay der heqê mueyîdeya darayî ya ku li ser malên Amerîkayê hat zêdekirin da daxuyanî da.

Oktay ji ser hesabê xwe yê Twîtterê got: "Ji ber êrîşên qestî yên ku rêveberiya Amerîkayê li hemberî aboriya me dimeşîne di çarçoveya rêgeza miqabiliyetê da rêjeya baca hin berhemên îtxal hatiye zêdekirin."

Alîkarê Serokomar Oktay di daxuyaniya xwe da rêjeya baca li ser hin berhemên malê Amerîkayê ku ji sedî 100 hat zêdekirin nirxand.

Oktay wiha got: "Ji ber êrîşên qestî yên ku rêveberiya Amerîkayê li hemberî aboriya me birêva dibe di çarçoveya rêgeza miqabiliyetê da rêjeya baca hin berhemên îtxal hatiye zêdekirin. Miletê me yê ku di rojên zehmet da li dora lîderê xwe ye tevlî raya giştî ya navneteweyî li hemberî helwestên rê û rêgezan binpê dikin bûye yekdeng û li hemberî neheqiyan cesaret da çar aliyê dinyayê. Sekinîn tune, di rê da dewam."

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE