Milyonek û 156 hezar ciwan ew ê cara ewil dengê xwe bidin

Li tevahiyê Tirkiyeyê 57 milyon hilbijêr ew ê li 194 hezar û 390 sandiqan rayên xwe biavêjin

Milyonek û 156 hezar ciwan ew ê cara ewil dengê xwe bidin

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) berhev kirin, li tevahiyê Tirkiyeyê 57 milyon hilbijêr ew ê li 194 hezar û 390 sandiqan rayên xwe biavêjin.

Dema lîsteya hilbijêran tê amadekirin li gor roj, meh û sala robûnê ya kituka serjimarê ya welatiyan karûbar tên kirin. Dema lîsteya hilbijêran tê amadekirin hesab dikin ku roja hilbijartinê jî tev dibê 18 sal hatibe temamkirin.

Li gor vê di Hilbijartina Giştî ya Îdareyên Herêmî ya 31ê adarê da milyonek û 156 hezar ciwanên ku 18 saliya xwe temam kirine ew ê cara ewil herin ser sandiqê.

Lîsteyên teqez ên ku bi destê LHByê hatin temamkirin ji 23yê adarê pê va carekî dîsa hatin kontrolkirin. Di vê pêvajoyê da yên çûne esker, mafên wan hatine birîn, wefat kirine an jî ji welatîbûna Tirkiyeyê hatine derxistin hatin tesbîtkirin û ji bo wan şerha "nikarin dengê xwe bidin" şandin Midûriyeta Giştî ya Kituka Hilbijêran.

Sadî Guvenê Serokê LHByê diyar kir ku 146 hezar û 669 kes di vê rewşê da ne.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE