Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand, di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da di 28ê hezîranê da milyonek û 44 hezar û 263 doz aşî hat kirin.
Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got, "Milyonek û 44 hezar û 263 kes îro aşî bûn. Randevuya xwe hildin, hûn jî aşî bibin."
Koca li ser hesabê xwe cih da vîdeoya hemşîre Esma Alayê ku îro aşiya Kovîd-19ê ya milyonemîn lê xist û wiha got, "Îro aşiya milyonemînê di 21.04ê da li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gulhaneya Enqereyê hat kirin. Hemşîre Esma Alaya ku ev aşî kir, weke hemû hevalên me yên kar dibêje 'Em li benda her kesî ne ku werin aşiyê'."
AA