"milyonek ciwanên me cara ewil dê raya xwe biavêjin"

Serok Erdogan li Kocaeliyê di danasîna namzedên şaredariyan de axivî...

"milyonek ciwanên me cara ewil dê raya xwe biavêjin"

Serok û Serokê Giştî yê AK PartiRecep Tayyîp Erdogan: "Kesên qaşo xwestin Bihara Ereban li welatê me jî derxin û me di nav zemheriyê da bihêlin niha ew bi xwe di nav heman êşê da digevizin."

Erdogan li Salona Sporê ya Şehîd Recep Topaloglu di Civîna Nasandina Namzedên Şaredariyên Kocaeliyê yên AK Partiyê da axivî û wiha got: "Înşellah mîna pêşengên ku di Selçûqî, Osmanî û avakirina Komarê da pêşengî kirin, ji me ra jî bibe nesîp ku em dîrokeke nû binivîsînin."

Serok Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Wexta em li qeydên hilbijêran mêze dikin me tesbît kir ku li vir qeyda 504 hezar endamên AK Partiyê tuneye. Gorî hilbijartina berê di nav milyon û nîvek kesên ku navçeya xwe guherandine da 222 hezar endamên AK Partiyê hene."

Erdogan destnîşan kir di vê hilbijartinê da wê milyonek ciwan cara ewil raya xwe biavêjin û wiha peyivî: "Ev reqem li Kocaeliyê nêzî 23 hezar kesî ye. Gorî hilbijartina berê qederê 38 hezar hilbijêrên nû hatine bajêr. Hejmara kesên di hilbijartina berê da raya xwe avêtine û niha di lîsteyê da tunene qederê 20 hezar e."

Serok Erdogan diyar kir hejmara kesên endamên AK Partiyê ne û qeyda wan tuneye derdora 10 hezarî ye û wiha got: "Ev reqamên biçûk nînin. Heger em guherînên wiha baş teqîb bikin û di nav dilê gelê xwe da cî bigirin em ê tesîreke mezin li encamên hilbijartinê bikin."

Erdogan destnîşan kir xebatên ji bona çêkirina projeya Pireya Yavuz Sultan Selîm, Sabîha Gokçen û Gebzeyê û projeya trêna bilez ya di navbera Halkali û Balafirgeha Nû ya Stenbolê da ku maliyeta wê bi temamî 10,5 katrîlyon lire ye temam bûn û got ku di demeke nêzîk da em dest bi çêkirina projeya trêna bilez dikin.

Serok Erdogan diyar kir ferqa karên carî ku duh hatin eşkerekirin gorî 20 mehên dawîn di esta herî kêm da ye û got ku ev mizgîniyek e.

Erdogan diyar kir dixwazin dewlet û gelê xwe derxin asteke pêşketî û wiha axivî: "Saziyeke girîng ya Îngilizan daxuyanî da û got di sala 2030yan da Amerîka wê di rêza sêyemîn da be û Tirkiye jî wê derkeve rêza pêncemîn."

Serok Erdogan destnîşan kir kesên qaşo xwestin Bihara Ereban li welatê me jî derxin û me di nav zemheriyê da bihêlin niha ew bi xwe di nav heman êşê da digevizin û wiha got: "Heger Tirkiye Tirkiyeya berê bûya wê îro li Sûriyeyê ew korîdora terorê hatibû avakirin, Iraqê bihata perçekirin û dozên me yên qedîm yên mîna Filistîn û Bosnayê nemabûn."

Erdogan diyar kir ew rêxistinên terorê yên wekî PKK, YPG, FETO û DEAŞê ku bi çekan dizeximînin û pê Tirkiyeyê tehdîd dikin wê di dawiyê da bibin bela serê wan û wiha got: "Ev rêxistinên terorê wê bibin bela serê wan ên ku ji tiryakê bigir heta xeracê, ji qaçaxçîtiya mirovan bigir heta fihûş û hemû rêbazên mafyatiyê wan diparêzin. Wê rojê jî ew kesên bi rêxistinên terorê ra reqsê wekî siyasetê dihesibînin wê gelek poşman bibin lê êdî xêra wê yê tunebe."

- Namzedên şaredariyên navçeyên Kocaeliyê hatin eşkerekirin

AK Partiyê li navçeyên Kocaeliyê li Başîskeleyê Yasîn Ozlu, li Çayirovayê Bunyamîn Çiftçî, li Daricayê Muzaffer Biyik, li Derinceyê Zekî Aygun, li Dîlovasiyê Hamza Şayir, li Gebzeyê Zînnur Buyukgozê, li Golcukê Alî Yildirim Sezer, li Îzmitê Azîze Sîbel Gonulê, li Karamurselê Îsmaîl Yildirim, li Kartepeyê Muhammet Mustafa Kocaman, li Korfezê Şener Sogut û li Kandirayê Adnan Turan wek namzedê şaredariyê nîşan da.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE