"Min 17 salan ewladê xwe ji bo PKK û HDPyê mezin nekir, bira kurê min bidin"

Mevlude Uçdaga dayik: "Ez li peyê ewladê xwe me. Min 17 salan ewladê xwe ji bo PKK û HDPyê mezin nekir. Bira kurê min bidin"

"Min 17 salan ewladê xwe ji bo PKK û HDPyê mezin nekir, bira kurê min bidin"

Malbatên ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê seba zarokên xwe yên revandine serê çiyê çalakiya rûniştinê dikin, kêfxweş in ku malbateke din jî gihîşt ewladê xwe.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 392yan.

Mevlude Uçdaga dayik ku ji bo Ramazanê kurê xwe nobeta ewladan didomîne, got ku ewladên wan mehkûmê çiyê kirine û aciziya xwe ya ji ber vê anî ziman.

Uçdagê got, "Hesteke xerab e ku meriv wêneya ewladê xwe hilde û li ber deriyê dijmin rûnê." û daxuyand ku ew bi çalakiya rûniştinê va peyê doza xwe ya mafdar ketiye.

Uçdagê got, "Ez li peyê ewladê xwe me. Min 17 salan ewladê xwe ji bo PKK û HDPyê mezin nekir. Bira kurê min bidin."

Uçdagê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û wiha dewam kir: "Kurê min heke tu dibihîzî û dibînî, teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe. 17 ewladên me hatin, gihîştin dê û bavên xwe. Hemû şad û bextewar in. Tu jî were diya xwe şa bike. Ez dixwazim tu werî."

- "Em di çalakiya xwe da biryardar in"

Suleyman Aydin ji bo kurê xwe yê Ozkan ku 5 sal berê di 15 saliya wî da revandine serê çiyê, ji Sûrê beşdarî çalakiya nobeta ewladan bûye. Aydin diyar kir ku ew kurê xwe ji HDPyiyan dixwaze.

Aydin wiha axivî: "Heke wijdana parlamenterên HDPyê hebe, zarok çawa ku birine serê çiyê, bira wisa jî bînin. Em di çalakiya xwe da biryardar in û naçin tu derê. Kurê min teslîmî hêzên ewlehiyê bibe. 17 ewladên me teslîmî hêzên ewlehiyê bûn. Hemû gihîştin dê û bavên xwe. Kurê min were bira ev hesret û keser xelas bibe êdî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE