''Min gelekî bêriya qîza xwe kiriye, bira vegere mala xwe''

''Min gelekî bêriya qîza xwe kiriye, bira vegere mala xwe''

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 527an da dewam dike.

Nîharî Turan ji bo Viyana qîza xwe ya 7 sal berê di 12 saliya wê da revandin çiyê ji Hekariyê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Turanê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku terorîstên PKKyî qîza wê revandin, ji bo bigihêje qîza xwe tevlî dayikên Diyarbekirê bû.

Turanê got, "Min tu xeberek ji ewlada xwe hilneda. Min gelekî bêriya qîza xwe kiriye, bira vegere mala xwe." û diyar kir ku ew ê çalakiyê hetanî dawiyê bidomîne.

Fahrî Turanê bi dayika xwe ra ji bo xwîşka xwe beşdarî çalakiyê bû jî diyar kir ku ji Viyanê tu xeberek hilnedan, hemû malbat pêrîşan bû.

Turan wiha axivî: "PKKyiya di sala 2014an da xwîşka min revandin. Ji bo vegere em dixwazin bangî wê bikin. 'Xwîşka min vegere, teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Em li benda rêya te ne û em westiyan êdî.' Diçû xwendingehê. Hê zarok bû revandin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE